AMED - MA
Di 6'emîn kuştina Tahîr Elçî de ew bi pêşangeha "Dengê Azadiyê, Pêşangeha 50 Wêne 50 Girtî" hat bibîranîn.
Kome Wene ya Redê, Koma Gorulmuşturê û Weqfa Tahîr Elçî, ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku berî 6 salan hatibû kuştin, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê pêşangeha pêşangeha wêneyan vekir. Gelek kes beşdarî vekirina pêşangehê bûn.
AZADÎ BI NIRX E
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, axaftina destpêkê ya vekirina pêşangehê kir û Tahîr Elçî bi bîr anî. Eren, diyar kir ku di pêşangehê de wêneyên li ser xeyalên mirovên girtî ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin li girtîgehan hatine kişandin, pirtûkê hatine nivîsandin û nameyên ku hatine şandin hene. Eren, bi lêv kir ku bi pêşangehê re careke din ew hîn bûye ku azadî çiqas bi nirx e. Wî, hemû girtiyên xwedî berhem pîroz kir.
ELÇÎ LI PEY XWE ŞOP HIŞT
Ji Koma Gorulmuştur Adil Oktay jî ev tişt got: "Elçî li pey xwe şopeke piyan a dûr û dirêj hiştiye û em jî bi şopandina vê şopê kêfxweş in. Em careke din wî bi rêzdarî û bibêrîkirin bi bîr tînin."
BANGA NOBETA EDALETÊ
Di berdewama axaftina xwe de Oktay, bal kişand ser ser Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin ve li Baroya Amedê hatiye destpêkirin û banga xwedî derketina li vê nobetê kir.