Diyarname
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya Ewropayê 1'emîn konferansa xwe ya asayî li dar xist û reveberiyek nû hilbijart.
Konferans roja 25'ê mehê saet 11.30 de dest pê kir û heta 6'ê êvarê dom kir. Di konferansa ku rêvebirina wê Şepal Hêvo kir de gotina Serokê HRRK'ê Ehmed Huseynî hat xwendin. Ji beşdaran Kakşar Oramar jî axivî û gotinên Hevseroka PEN'a Kurd Bêrîvan Dostî jî anî ziman. Li ser navê Navenda Tev-Çandê û Tev-Çanda Rojava û Koma Berxwedan hunermend Seyîdxan, Hekîm Sefkan, Peywan Arjîn axivîn. Ji rojhilatê Kurdistanê Dr. Hesen Shetewî jî axivî. Di konferansê de hunermend Yenal Tahir stranek li ser berxwedana Kobanî stra û konferans bi axaftina Helîm Yûsiv a li ser navê komîteya amadekar bi dawî bû.
Rêveberiya nû hat hilbijartin
Di konferansê de ji bo HRRK Ewropayê rêveberiyek û serokek hat hilbijartin. Şepal Hêvo, Seydo Reşîd, Xunav Kano, Zeredeştê Kal, Reşîd Hisso, Helîm Yûsiv, Rêber Hebûn, Alan Mem Pîr û Ehmedê Xursî ji bo komîteya rêveber û ji nav komîteyê Reşîd Hisso ji bo Serokatiya HRRK'a Ewropa hat hilbijartin. Xunav Kano jî wekî Cîgira Serok hatin hilbijartin.
Di konferansê de hat xwestin ku ji bo ji bo yekîtiya kurdan Kongreya Neteweyî bê lidarxistin.
Piştî bi dawîbûna konferansê encamnameya konferansê hat eşkere kirin.
Vaye ew encamnameya konferansê:
"Encamnameya yekemîn konferansa Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK - şaxê Ewrupayê
Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê, di 25.02.2017 de, hejmarek ji kedkarên çanda kurdî ku li welatên Ewrupayê dijîn, di çarçoveya yekemîn konferansa rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK de, li hev civiyan. Ev civîn wekî encameke asayî ji encamên kongireya pêncan ya HRRK bû, ku li ser axa welat li bajarê Qamişlo di 23.12.2016 de, lidarketibû. Konferansê bi kêliyeke bêdengî ya ji bo giyanên şehîdan û bi sirûda neteweyî "Ey reqîb" destpêkir. Piştî wê mêvanên beşdar, dezgeh û kesayetên amade bi axavtinên xwe yên nirxdar yên li ser rewşa kurd û kurdistanê ya siyasî, çandî û civakî civîn xemilandin. Konferansê bi danûstendina li ser rojevê destpêkir û bi xwendina rapora giştî ya ku ji hêla serokê berê ve hate xwendin, berdewam kir. Pê re jî danûstendinên li ser mijarên girêdayî karê di warê çandê de hatin holê, ku yekser têkiliya wan bi her du astan re heye, asta kurdî weku nasnameyeke neteweyî û asta ewrupayî ku hemû endamên vî şaxî li welatên Ewrupayê yên cuda dijîn. Wisa jî behsa çawatiya pêşdebirin û berfirehkirina karê rewşenbîrî yê di van herdu astan de bû, da ku ev hevgirtin bibe sîwaneyeke yekgirtî ji bo hemû rewşenbîrên kurd li derbideriyê û li hundir welêt. Bi awayekî ku nasnameya rewşenbîrî ya kurdî bê çesipandin û xurtkirin, herwisa bibe nasnameyeke hevbeş bêyî ku nasnameya siyasî, îdolojî û ramanî ya endaman di riya hevkarî û hevgirtina wan de bibin asteng. Ji ber vê giringiyeke mezin bo xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hate dayîn, herweha pêdiviya lidarxistina festîvala Rojava ya çandî ya salane li derveyî welêt hate piştrastkirin. Wisa jî hat xwestin ku malpera hevgirtinê ya fermî rojava.net bê aktîvkirin û piştgiriya endaman di pirojeyên wan ên takekesane de bê kirin. Hat xwestin ku ev dezgeh rola xwe weku pirekê di navbera herdu çandan de, çanda kurdî û ewrupayî de, bilîze. Nexasim di navbera rojavayê Kurdistanê de û wan welatên ku endamên hevgirtinê lê dijîn. Di asta neteweyî de beşdarên konferansê pêdivî bi wê yekê dîtin ku kar ji bo yekrêziya kurdan bê kirin û ji çarçoveyên partîtî û rêxistinperestiyê dûr bimînin. Wisa jî pêwîstî bi girêdana kongireya neteweyî hate dîtin, da ku wekî lêvegereke hevbeş ji bo hemû kurdan bê avakirin û roleke layiq di guherandinên dîrokî yên ku di herêmê de çêdibin de, bilîze. Di dawiya konferansê de komîteya birêveber ku ji van neh endaman pêk tê hat hilbijartin: "Şepal Hêvo - Seydo Reşîd - Xunav Kano - Zeredeştê Kal - Reşîd Hisso - Helîm Yûsiv - Rêber Hebûn - Alan Mem Pîr û Ehmedê Xursî". Ji nav komîtê Reşîd Hisso wekî serokê şaxê Ewrupayê yê HRRK û Xunav Kano wekî cîgira serok hatin hilbijartin. Herweha komîtê ji nav xwe komîteyên ragihandinê, aboriyê, rêxistiniyê û ya çalakiyan destnîşankirin. Wisa jî Reşîd Hisso û Helîm Yûsiv wekî endamên desteya bilind ya HRRK ya giştî ku wê birêveberiya karûbarê HRRK bi hemû şaxên wê bike, hatin hilbijartin.
Komîta birêveber ya Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê - şaxê Ewrupayê
Wuppertal - 25.02.2017"
Ji konferansê hin wêne: