Diyarname
Li dinyayê li ser hilbijatina Tirkiyeyê gotinên balkêş hatin kirin. Me hin ji wan dan hev:
'Bila tirk vegerin Tirkiyeyê'
Li Avusturyayê "Partiya Azadiyê" şirîka koalîsyonê ye. Ji vê partiyê Johann Gudenus wisa got: "Tirkên ku li Avusturyayê dijîn û deng dane Erdogan vegerin herin Tirkiyeyê dê baştir be."
Wezîra Karên Derve ya Avusturyayê Karin Kneissl jî wisa got: "Li gor Avusturyayê Tirkiye ne berendama Yekîtiya Ewropayê ye."
'Navbera Tirkiye û YE'yê firehtir Bû'
Wezîrê Karên Hundir ê Yewnanistanê Panos Skurletis wisa got: "Encama hilbijartina Tirkiyeyê, jidûrmayîna Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) çespand. Bi ya min ev ne tiştek baş e.
Beramberî vê Serokwezîrê Yewnanistanê Çipras îdîa kir ku hilbijartin bi awayekî demokratîk li dar ketiye.
'OHAL'ê betal bikin'
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Mass bang li Endogan kir ku di cih de OHAL'ê (Rewşa Awarte) betal bike.
'Rêberê kurdên muxalîf girtî ye'
Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Margot Wallstrom li ser gotina Erdoan "Tirkiyeyê dersa demokrasiyê da dinyayê" wisa got: "Li Tirkiyeya ku rêberê kurdan ê muxalif girtî nikare dersa demokrasiyê bide kesî." Li ser pirsa "Di serdema nû de îhtîmal heye Tirkiye ber bi demokrasiyê ve here" jî wisa got: "Mixabin hêviyên min ên mezin nîn in lê divê em firsendek bidin wan."