Axaftina Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk a li meclisê ya di dema nîqaşa li ser pirsgirêka kurd de:
- Îro em hene, sibê em dê nebin. Lê gelên me dê tim hebin. Ji bo ku gelê me, me bi rêzdarî bi bîr bînin werin da vê pirsgirêkê çareser bikin.
Guman pê re nîn e ku ev pirsgirêk, pirsgirêka herî giran, girîng, herî zêde jandayî û bûye sedemê windayiyan a Tirkiyeyê ye. Ji ber hindê em pirsgirêka herî dramatîk û her wiha herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd diaxivin.
Rastiya pirsgirêka kurd û şerê ku di encama vê pirsgirêkê de derketiye holê tim şaş hatiye nirxandin. Ev şaşî bi beşeke girîng a civakê jî dane qebûlkirin. Bi navê 'têkoşîna bi terorê re' raya giştî hatiye xapandin û bi vê yekê şerekî nepenî hatiye meşandin. Hiqûqa OHAl û rêveberiya zordestiyê wekî hincet hate nîşandan û qetilkirinên faîlên wan nediyar, îşkence, înfaz, di bin çavan de windakirin, şewitandina gundan, binçavkirinên neheq û girtin hatin veşartin.
-Serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê rast ne hatin nirxandin. Ji bo ku pergala têkçûyî ji nû ve bê sazkirin qetlîam û zordeyeke ku nayê lêvkirin pêk hat. Gelo bi vê rêbazê pirsgirêk çareser bû?
-(Turk bêyî ku nav bide bal kişand ser gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen)
Yên ku îro jî vê hişmendiyê diparêzin hene. Divê ev yek bi zelalî bê dîtin. Ev hişmendî dê êdî nikaribe heman êş û janan bi gelê me bide jiyîn. Yên ku polîtîkayên înkar û îmhayê pêşniyarî hikûmetê dikin dê hesaba vê yekê bidin gel.
Turk bi bîr xist kanê çemê Mûnzurê çawa xwîn herikî û tehrîba vê yekê ya di jêrhişa gel de anî ziman.
- Yek derkeve bêje li ser rûyê dinyayê zimanekî bi navê tirkî nîn e, hûnê çi bikin? Heke hûn li hemberî vê neheqiyê dernekevin gelo hûnê rûmeta xwe bikaribin biparêzin? Bawerim, ev fikr jî ji bo hêrsbûna hinan ji we têr dike. Belê em vê trajediyê bi salan e dijîn.
- Ez di wê baweriyê de me heke em bi awayekî rast hevrû paşroja xwe nebin, em ê di pêşerojê de baweriyê bi hev neyînin.
- Xwe îfadekirina nasname, ziman welat parçe nake. Berovajî vê yekê dê yekgirtinê xurt bike. Divê tu kes cudahiya nasnameyan wekî bingehê parçebûnê nebîne û wisa nîşan nede.
- Hişmendiya siyasî ya ku mafê perwerdehiya zikmakî wekî parçebûna welat dinirxîne, mimkûn e ku bêje me dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê berda ye? Hikûmet divê xwe zelal bike û cidî nêzî vê pirsgirêkê bibe. Em dibêjin êdî bes e. Em êdî helwestên ku vê nakokiyê deralî dikin dixwazin bibînin.
- Baweriya me bi vê yekê heye: Heke helwesteke cidî ya ji bo çareseriyê bê nîşandan, çek dê di nava 3 mehan de ji rojeva Tirkiyeyê derbikevin. Di vê pirsgirêkê de dibe ku yên kezeba wan neşewitî, tiştek li wan nebûyî rehet tevbigerin! Lê mafê tu kesî nîn e ku pirtir êş û janan bi me bidin jiyîn. Ji niha şûnde ev mafê tu kesî nabe.
- Ji bo çareseriyeke demokratîk pêk bê, pêşniyara me ew e ku ji nûnerên partiyên di parlamentoyê de temsîliyeta wan heye komîsyonek bê avakirin... Komîsyona ku dê bê avakirin bila dîroka hatiye berovajîkirin sererast bike û rastiyan derbixe holê. Heqîqetan vekole û li kû çi xeletî hatiye kirin derbixe holê. Komîsyona ku dê bê avakirin bila danûstandina wan a bi rewşenbîran û re jî hebe."
- Baweriya me ya ji bo aştiyê heye. Bi saya mafdarî û meşrûbûna xwe em ê serkeftî bin. Banga me ji bo muxalefet û îktîdarê ew e ku bi cisaret nêzî vê pirsgirêkê bibin û dest ji polîtîkayên xapandinê berdin. Li hemberî dîrokê cîhgirtineke bi rûmet ji bo her siyasetmedarî nabe qismet. Werin em tev vê rûmetê parvebikin û ji bo zarokên xwe pêşerojeke aram û aştiyane diyarî bikin. Îro em hene, sibê em ê nebin. Lê gelên me dê tin hebin. Em ê yan bi minet yan jî bi lanetê bêne bibîranîn. Werin em tev berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Van pirsgirêkan çareser bikin ku nifşên pêş me bi rêzdarî bi bîr bînin.


