Diyarname
Li darxistina konserê, pêşkêşkirina lîstika şanoyê, çalakiya ji bo nivîskarên girtî... Va ne çalakiyên çandî yên ku îro hatin lîstin.
KONSER
Li Amedê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê konsera hevnasîn û piştgiriyê li dar xist. Konser rastî eleqeyeke baş hat. Di konserê de Orkestra MA, Koma Hîvron, Azad Bedran, Şîlan Dora, Meheme Alî û Rençber Agirî stranên xwe pêşkêş kirin. Hunermend Mizgîn Turan ku ew jî di nav bernameyê de bû ji ber rewşa tenduristiya xwe nekarî beşdar bibe.
ŞANO
Lîstika Batman Yenîsahneyê ya bi navê “Serbaz” li Wanê hat lîstin. Lîstika ku metna wê aîdê Hristo Boyçev e û Yakup Selimoglu wergerandiye kurdî û derhêneriya wê kiriye îro li Teatra Mencel a Wanê hat lîstin.
PIRTÛK-ÎMZE
PEN’a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Arî Derê ji bo piştgiriya nivîskarên girtî vê carê li Batmanê çalakî li dar xist. Çalakî li salona Sendîkaya Petrol-Îşê li dar ket. Di çalakiyê de pirtûkên nivîskarên girtî Laleş Çelîker, Leyla Atabay, İdris Erenç, Gulazer Akin, Cengiz Sinan Çelik, Abdullah Yilmaz, Ahmet Akgul, Resul Baltaci, Tayyip Uçar, Ercan Dogan, Ramazan Çeper, Necmettin Tural û Nesip Tarim hatin îmzekirin.
Nûnerê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Feysel Ozdemîr axivî û diyar kir ku li girtîgehan bi ser 90’î re nivîskar hene û ji bo piştgiriya wan ev çalakî li dar xistine. Ozdemîr got ku piştî Amed, Mêrdîn û Batmanê, vê carê ew dê çalakiyeke wisa li Rihayê li dar bixin.
PANEL
Li Weqra Îsmaîl Beşîkçî bi beşdariya Abdulillah Firat panelek bi sernavê “Piştî Tevgera Wî 97 Salan Şêx Seîd Efendî û Pirtûkên Yekem Car Hatine Weşandin” li dar ket. Firat got ku Şêx Seîd zanyarekî mezin bû ku yekî wisa kêm tê dîtin. Di panela ku Necat Zivingî bi rê ve bir de pirtûkên ku Weşanên Avestayê weşandine hatin nasandin.
Foto: MA
***
Nûçeya Eleqedar: