STENBOL
HDP'ê dê 30'ê vê mehê ji bo hilbijartinê li Kazliçeşmeya Stenbolê mîtîng li dar bixista lê hikumetê mîtînga HDP'ê qedexe kir. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Zeytînburnuyê ev yek wekî sedem nîşan da: "Ev der di nav qadên ji bo çalakiyan hatin nîşandan ên zagona hejmar 2911'an de nîn e." Lê tê zanîn ku HDP'ê heta niha bê hejmar car li wê derê mîtîng û çalakî lidar xistine.
Yekem car e di hilbijartinê de mîtînga partiyekê tê qedexekirin. AKP'ê kurtedemek berê ragihandibû ku dê 30'ê mehê ji bo salvegera "Fetha Stenbolê" (li gel ku salveger 29'ê mehê ye û her sal roja 29'ê mehê tê pîrozkirin) pîrozbahî li dar bixe. Ji ber Yenikapiya ku dê AKP li wir pîrozbahî bike nêzî Kazliçeşme ye dibe ji ber vê hatibe qedexe kirin. Lê tê zanîn ku di sala 2014'an de kurdan li Kazliçeşmeyê Newroz pîroz kir, heman rojê, di heman saetan de mîtînga AKP'ê li Yenikapi hebû.
Demirtaş: Dixwazin tevlihevî çêbikin
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku îro li Antalyayê ji wir qala qedexeya mîtînga wan a Stenbolê kir û got: "Her ku hilbijartin nêz dibe astengiyan zêdetir dikin. Ev qedexe hemû sedem dixwazin tevlihevî çêbikin Min duh got heman rojê, heman saetê bi beşdariya Serokomar û Serokwezîr li Yenikapi mîtîng çêdikin. Meyê li Kazliçeşme mîtîng çêbikira. Em mîtîngê çênekin jî hemû Stenbol li dû me ye, emê dengen mezin bigirin."
Demîrtaş got ku ewê îtîraza li hemberî qedexeyê bikin û got: "Emê serîlêdanan bikin. Mafê her partiye ku mîtîngê çêbike. Tenê ji bo serokomar çêkirina mîtîngan qedexe ye. Tenê serokomar nikare dengan bixwaze. Lê maşela ji partiyên siyasî zêdetir ew ji bo AKP'ê mîtîngan çêdike. Her der ji bo serokomar serbest e, bi pereyên dewletê mîtîngên AKP'ê çêdike lê ji bo HDP'ê qedexe ye. Tirs nikare pêşî ecrê bigire. HDP dê bikeve parlemenê û wê pozê we yê wekî Pînokyo dirêjsûyî kurt bike. Înşela hemû bi hev re emê bi ser bikevin."


