Diyarname
Vê sibê saet dor 06.00 û 06.15'an du êrîş li hemberî bîrên petrolê yên li Zaxoyê hatin kirin. Gelek ziyan çêbûn.
Saziya Dijterorê ya Herêma Kurdistanê li ser vê yekê eşkere kir ku bi dronan êrîşê bîrên petrolê yên DNO'yê yên li Pêşxabûra Zaxoyê kirine.
Saziyê gotiye ziyanê madî çêbûye, lê ziyanê canî çênebûye. Li ser kî ev êrîş kiriye tu agahî hê nîn e.
DNO kompaniyeke Norwecê ye ku li Herêma Kurdistana Federe karê petrolê dike. Li Tawkê û Pêşxabûrê bîrên petrolê hene ku ev sazî bikar tîne.
Foto: Rûdaw


