Diyarname
Mesela mirov lîsteyeke amade bike û di nav 10 pirtûkên herî zêde hatine firotin de 6'emîn nîn be dê çawa be? Û bi 10 rojname û malperan ev lîste weşandibe û têde ji 1'ê heta 10'an rêz hebe lê rêza 6'emîn nîn be dê çawa be?
Em ji serî dest pê bikin: Du ajnasan, Ajans Prens û PRNet ji ser 130 hezar nûçeyan re analîz kirine û lîsteya "Li Tirkiyeyê 10 pirtûkên herî zêde hatine firotin" amade kirine. Ji rojnameyên wekî Bîrgun heta Posta, Karar, Sozcu, ji NTV heta malperên wekî Artigerçek, T24, Dîken û yên din, gelekan ev nûçe weşandine. Di ev saziyên em qal dikin de wisa nivîsîne "Pirtûka yekemîn, duyemîn, sêyemenî., dehemîn" lê nenivîsîne ka pirtûka ku di rêza 6'emîn de cih girtiye kîja ye. Îhtîmal ew e ku nûçe ji cihek girtine, bêyî lê binêrin, bêyî li ser serê xwe bêşînin hema hemûyan wekî hev nivîsandiye û rêza 6'emîn winda bûye. Ji nav hemûyan tenê Haberturkê lîste bi temamî daye.
Rojnameyên ku rêza 6'emîn neweşandiye
Me yek bi yek li wan mêze kir. Van weşanan rêza 6'emîn neweşandiye, yanê di nûçeya wan de 6'emîn nîn e. Vane ew rojname:
Bîrgun, Posta, Karar, NTV
Malperên ew rêz neweşandine
Di nav ew qas malperan de van jî nûçe weşandiye lê di nûçeya wan de jî rêza 6'an nîn e:
Artigerçek
T24
İnsanhaber
Gazeteduvar
Kultursanat
Ensonhaber
Cihguhartina rêzê
Rojnameya Sozcu jî nûçe weşandiye lê rêz herikandiye. Sozcu pirtûka 6'emîn nenivîsiye û yê 7'emîn aniye 6, yên dû jî rêzek pêş de aniye. Loma jî yê 10'emîn bûye 9'emîn û lîste di wir de maye. Bi gotineke din nefikirîne ku ka 6'emîn, bêyî xwe aciz bikin hema rêz pêş ve anîne û mesele çareser kirine; lê di rastiya xwe de çareser nebûye.
Hin di 5'an de mane
Hin ji van jî serî li rêbaza hêsan dane; Ji wan rojnameya Evrenselê û malpera Dîkenê jî nûçe weşandine lê di lîste heta 5'an weşandine. Îhtîmal e ferq kirine ku rêza 6'an nîn e, beyî xwe aciz bikin, li wir hiştine.
Vane lînkên wan nûçeyan:
Birgun
https://www.birgun.net/haber-detay/2017-yilinin-en-cok-satan-kitaplari-belli-oldu-196047.html
Posta
http://www.posta.com.tr/2017-yilinin-en-cok-satan-kitaplari-belli-oldu-haberi-1363334
Karar
http://www.karar.com/istanbul/2017-yilinin-en-cok-satan-kitaplari-belli-oldu-693816
NTV 6 nîn e
https://www.ntv.com.tr/galeri/sanat/2017nin-en-cok-okunan-kitaplari,5GrL3xAoO02YSs-wkNx2vA/ial15c9UeEGfR5xOAPEZNw
Artigerçek
https://www.artigercek.com/yilin-en-cok-okunan-yazari-livaneli-oldu
T24
http://t24.com.tr/haber/yilin-en-cok-satan-kitabi-belli-oldu,515148
İnsanhaber
http://www.insanhaber.com/kultur-sanat/2017-yilinda-en-cok-livaneli-okundu-h107454.html
Gazeteduvar
https://www.gazeteduvar.com.tr/kitap/2017/12/18/en-cok-livaneli-okundu/
Kultur Sanat
http://kultursanat.com.tr/kitap/2017-yilinin-en-cok-satan-kitaplari-belli-oldu/
En Son Haber
http://www.ensonhaber.com/2017de-cok-satan-kitaplar.html
Sozcu
http://www.sozcu.com.tr/hayatim/kultur-sanat-haberleri/2017nin-en-cok-satan-kitaplari-belli-oldu/
Evrensel:
https://www.evrensel.net/haber/341007/en-cok-okunan-elia-ile-yolculuk-en-cok-okuyan-ankara
Dîken:
http://www.diken.com.tr/2017nin-en-cok-satan-kitabi-livanelinin-elia-ile-yolculuku/
**
Li ser salê nûçeyên bi vî rengî:
- 2017: Li Tirkiyeyê pirtûkên herî zêde hatine firotin
- 2017: Li cîhana Twitterê tiştên herî zêde derketine pêş
- 2017: Li Tirkiyeyê albumên herî zêde hatine firotin
- 2017: Hejmara pirtûkên ku li Tirkiyeyê hatine çapkirin diyar bû
- 2017: 11 fîlmên herî zêde hatine firotin
- 2017: Hindiktir pere ji bo pirtûk û rojnameyan hatin xerckirin
- 2017: Pirtûkên bi tirkî yên herî zêde hatine firotin
- 2017: Sersalê dê kîjan hunermend herî zêde pere kar bike
- 2017: Ronaldo di Goga Zêrîn de gihîşt Messi
- 2017: Time: 'Şexsiyetê/a Salê'
- 2017: Modela herî zêde pere kar kir diyar bû
- 2017: Li Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê
- 2017: Vaye lîsteya bajarên ku herî zêde/hindik pirtûkan dixwînin