Diyarname
Rojnameger Necip Çapraz ku yek ji rojnamegerên naskirî li Gever û Culemêrgê îro li mala xwe bi qeynana dil ket û mir.
Rojnameger Necip Çapraz di sala 1967'an de li Geverê hatibû dinê. Wî li Zanîngha Yuzuncu Yil a Wanê Beşa Veteriner Saglik Yuksekokulu xwendibû.
Çapraz di sala 1991'ê de li rojnameya Hakkari Demokrat dest bi karê rojnamegerî kiribû. Di sala 1993'yan de di avakirina radyo televizyonê taybet ê yekek ku li Culemêrgê hatibû vekirin de cih girtibû. Di sala 2000'î di nav avakirina Yüksekova Haberê de cih girt.
Çapraz di karê rojnamegerî de rastê gelek zehmetiyan hat. Di 22'yê rezbera 2005'an de kesên rûpoş êrîşê wî kirin û bi giranî birîndar bû. Çapraz bi karê xwe hin xelatên rojnamegerî jî girtibûn.
Rojnameger Necip Çapraz roja 29'ê avrêla 2022'yan dema li mala xwe bû xwîn avêt ser mejiyê wî û li Nexwaşxaneya Dewletê ya Geverê emelit kirin, paşê rakirin Wanê. Li wir 42 rojan derman kirin û ew şandin mal.
Rojnameger Necip Çapraz îro di encama qeyrana dil de mir.


