Diyarname
Kovara li ser Kurdên Anatoliya Navîn "Bîrnebûn" ku sê mehan carek derdikeve hejmara xwe ya nû derxist.
Kovara hunerî, çandî û lêkolînî Bîrnebûn niha hejmara xwe ya 96'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Siyasetmedar Mehdî Zana çend berê canê xwe ji dest da. Edîtorê kovarê Alî Çiftçî bi sernavê "Mehdî Zana: Navek e ku kurd dê ji bîr nekin" nivîseke li ser wî nivîsandiye.
Muzaffer Ozgur bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji Deşta Anatolîyê” xwendevanan ber bi cografya û serpêhatiyên li Anatoliya Navîn ve dibe.
Di kovara Nûbiharê de "Dosyaya Kurdên Anatoliya Navîn" hatibû amadekirin, yek ji amadekaran Mehtab Îdelî bû. Wê niha di Bîrnebûnê de bi sernavê “Serpêhatiyên dosyaya Kurdên Anatoliya Navîn a kovara Nûbiharê” rewşa amadekirina vê hejmara taybet aniye ziman.
Her wiha nivîs û hevpeyvînên Adem Ozgur, Newal Iscan, Prof. Haci Akman, S. Erdem, Rohat Alakom, Erdal Kavalci, ligel van helbestên Helbestên Seyfi Dogan, Xizan Şîlan, Pablo Neruda di vê hejmarê de hatine weşandin.


