Eser Uyansiz - Koln
11'emîn Festîvala Mazlum Dogan a Ciwan Spor û Çandê îsal di 12'ê tîrmehê de li dar dikeve.
Festîval ji aliyê Tevgerên Komelên Ciwan ên Ewropayê ve tê li dar xistin. Festîval ku xwedî bernameyeke dewlemend e, temaşevan dê li bernameya çandê ya xurt jî temaşe bikin.
Di çarçoveya festîvalê de dê hunermend Serhado, Koma Rewşen, Şivan Erdal, Îbrahim Rojhilat, Koma Hemdem û Grup Seyran derkevin ser dikê û stranan pêşkêş bikin.