Diyarname
Li hin welatan daran dibirin û avahiyan çêdikin, li hin welatan hewl didin rêjeya dar û daristanan zêde bikin. Yek ji van welatan jî Îrlanda ye. Hikumeta Îrlandayê biryar daye ku heta sala 2046'an herî hindik sedî 18'ê axa welat bikin dar û daristan.
Li ser vê yekê The Economist nûçeyek saz kir û got ku Îrlanda ji bo xwe hedef daniye ku 6 hezar hektar daristanê saz bike. Îro li dor sedî 11'ê axa wan bi daristanê pêçiyayî ye.
Hema hema hemû welatên rojavayê dinyayê daye ber xwe ku hejmara daran zêde bikin, yê Îrlandayê jî di vî warî de gavek e.
Li Rusyayê di navbera salên 2005-2015'an de hêdî hêdî qada daristanê zêde bûye lê ji ber axa wan jî pir e li gor hedefa welatên Yekîtiya Ewropayê gelek li paş mane.
Li DYA'yê di 10 salên dawî de sedî 2 daristan zêde bûne ku niha ji sisêyan yekê axa wan bi daristanan xemiliye.