Diyarname
Saziyên Sivîl ên Amedê daxuyaniyeke dan û gotin ku dema Deniz Baykal bê Amedê ewê pêre rûnenên.
Serokê Giştî yê CHP'ê Deniz Baykal îro li Rihayê bû. Baykal piştî Rihayê dê here Amedê. Berî ku Baykal bê Platforma Demokrasiyê ya Amedê ku 40 saziyên sivîl temsîl dike daxuyaniyeke da. Berdevê demê yê platformê Ali Oncu daxuyaniye xwend û got: "Yên ku Amedê ji nû ve kişf dikin, yên ku mafên kurdan û mafê hebûna wan înkar dikin, yên ku nûnerên kurdan ên li parlemenê qebûl nakin, yên ku helwesta xwe li gor aştî û demokrasiyê saz nakin, yên ku ji dêvla diyalogê polîtîkaya pevçûn û xirecirê dikin emê bi wan re rûnenên. Li ser van emê beşdarî civîna Deniz Baykal û partiyên din nebin."
Her wiha Oncu da zanîn ku heta Baykal ji kurdan lêborînê nexwaze ev helwesta wan dê bidome.


