Behlûl Zelal
Roja ku şîva me meqerne bû, dîlana me bû. Zik têr bûbûya jî, çav têr nedibû. Ji ber vê bû ku dema diya me meqerne datanî beroşa li ser sobê; piştî wê bi dizîka me meqerne li beroşê zêde dikir.
Bav û ap, xal û kal bi yek carê zilamên gund diçûn binya xetê, diçûne karê qaçaxê. Pêncî- şêst kîlo bar li pişta xwe dikirin, xwediyên bêr pere didan wan, wan jî meqerne dikirîn ji zarok û zêçên xwe re. Çûn û hatina binê xetê çawa bû, me nedizanî. Tenê me dizanî ku qaçaxçî hatin, meqerne jî dihat. Gelek caran cendek jî hebûn li ser pişta hespan. Cendekê qaçaxçiyan yên ku bi guleyên cendermeyên nobedarên xetê hatibûn kuştin. Carna jî bi mayînên xetê dihatin kuştin zilamên gundê me. Em zarok bûn, lê yek bi yek me dizanî bê kî hatiye kuştin. Ji ber ku sêwî diman zarokên wan û qoşxaneyên wan bêmeqerne.
Bav dimirin, zarok sêwî diman, li ber dîwaran.
Niha jî zarok tên kuştin; li gundan, li bajaran, li çiya, li kolanan, li deşt û zozanan…
Zarok sêwî diman, niha jî bav bêzarok. Di temenê nûhatî de diçin yek bi yek, bavên wan yê sêwî bêzarok dimînin.
Bavê me dişewitandin duh, îro kezeba me dişewite. Em kezebşewitî ne, em kezebreş in. Di germa havînî de bêav mane, di seqema zivistanî de bêagir, di vê dinyaya bêwîcdan de bêçare…
Ev çend sal in, çend sedsal? Bavên me, birayên me, xwişkên me, zarokên me dimirin, kezeba me dişewite, lê dilê mirovan(!) naşewite… duh, pêr û îro jî wisan. Par, pêrar û îsal jî wisa.
Ugur, Abdullah, Enes, Mizgîn û Ceylan jî wisa.
Ceylan, Ceylana ku teqez diya te piştî ku çav li wan çavên te yî xezalî kir û navê te danî Xezal, lê mxabin navê gelek zarokên wekî te ne bi zimanê we ye. Û ez dikarim sond bixwim, bi sonda bêfitû ku diya te nizanibû navê xezala ku te çavên xwe jê dizîbûn bi zimanê ku tu kuştî Ceylan e.
Nola Ugurê ji Deşta Qoserê ku nehiştin li ser sifreya diya xwe rûnê bi bavê xwe re çar heb zeytûnên Dêrika Çiyayê Mazî bixwe, Nola Enesê ku ji dê sêwî mabû nehiştin biçe mala xaltiya xwe meqerneya xwe bixwe, nola Mizgînê, nola …….
Nehiştin tu bigihêje meqerneya ku te ji dayika xwe xwestibû. Nehiştin hûn bigihin siberoja xwe yê nediyar, dahatûya winda, nola rabirdûya bav û kalên xwe yê winda.
Were keça min, were Xezala çav xezal. Tu pir westiyabû, lowma diya te hate pêşiya te, tu hembêz kirî. Were, binêre, wa ye li wir hevalên te dilîzin, Ugur, Mizgîn, Evdile, Welat, Zozan, Enes….
Biçe bi wan re bilîze, ku meqerneya te pijî, ez ê gazî we bikim. Metirse, min têra we hamûyan meqerne pijandiye, dewê çêlekên ku tu çûbûyi ber wan jî heye, pîvazên Pasûrê, firingiyê Licokê jî. Ev sifre têrî hemû cîhanê dike, ji xeynî zaliman, ji bilî bêbavên çavsor, ji xeynî hovên dirûv mirov.
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Helwesta Azadiya Welat
- HAWAR E! ROŞAN E!
- Gaveke dîrokî û virnî
- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil


