Diyarname
Li ser nûçeya malpera Avestakurdê, PYD’ê daxuyaniyeke nivîskî weÅŸard û got ku nûçeya malperê derew e û bêbingeh e.
Malpera Avestakurdê nûçe weÅŸandibû ku Serokê PYD’ê Salih Mihemed (Bavê Welat) du caran bi Serokê Sûriyê BeÅŸar Esad re hevdîtin pêk aniye. Avestakurdê gotibû ku çavkaniyeke wan ev agahî daye wan lê malperê navê çavkaniya xwe eÅŸkere nekiribû.
Li ser vê yekê PYD’ê daxuyaniyeke nivîskî weÅŸand û got ku nûçeya malperê derew e.
Komîteya ragihandinê ya PYD’ê di daxuyaniya xwe de got; “Mixabin ku ev cara diwemîne malpera Avestakurd nûçeyên bêbingeh li ser serokê PYD’ê birêz Salih Muhemed Mislim (Bavê Welat) diweÅŸîne.Eem dibînin ku ev ÅŸêweyê weÅŸandina nûçeyên bêbingeh yên dûrî rastiyê, metodekî êrîÅŸ û reÅŸkirinêye li hemberî partiya me û bi taybetî li hemberî rêvebiriya partiya me. Em wekî komîta raghandina PYD ê dibînin ku malpera Avesta di vê dema nazik ya ku rojavayê Kurdistan têre derbas dibe, partiyên me nêzîkî hev dibin û dengê xwe dikin yek li hember dost û dijminan, pêwîst e rêvebirên malpera Avestakurd li gora exlaqê çepemaniyê tevbigerin pêre jî xwe dûrî nûçeyên bêbingeh û pravakasyon û tevlîheviyê bikin, wê pir û pir baÅŸ be ku malpera Avesta bi erkên xwe wekî ragihandin rabe û xwe dûrî kîn, tolhildan û hisabên biçûk bike.”
Daxuyanî dibêje ku dîtina wan ew e ku malpera Avesta ji wan jî bipirsiye ka ev agahiyên diweÅŸîne rastk in yan na û wisa dom kiriye: “Em dibînin ku mebesta Avestakurd ne belavkirina nûçeya rast û bêalî ye, beravajî vê em dibînin ku ew jî ketiye nav kampaniya reÅŸkirina partiya me. Kampanya reÅŸkirinê li dijî partiya me tu sûdê ne ji malpera Avestakurd re û ne ji doza gelê me re li rojavayê Kurdistan tîne, em bi hêvîne ku ev malper di zûtirîn demê de xwe dûrî van lîstikên qirêj bike û bibe alîgerê çareserkirina pirsgirêka kurd û hevgirtina partiyan li rojavayê Kurdistan û dev ji nûçeyên derew berde.”
Komîteya ragihandinê ya PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wisa got: “Nûçeya li ser hevdîtina serokê partiya me û BeÅŸar Alased serokê komara Sûrî derewe û bingeh jêre tune. Em dozê li malpera Avesta dikin ku jêdera xwe eÅŸkere bike.”