logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Helwesta Azadiya Welat

Di malpera Diyarnameyê de roportaja ku Dilbixwîn Dara bi Jan Dost re kiribû hate weşandin. Û di peyre jî birêz Helîm Yû

  • Dîrok: 09/09/2009
  • Beş: Serbest

Behlûl Zelal

Di malpera Diyarnameyê de  roportaja ku Dilbixwîn Dara bi Jan Dost re kiribû hate weşandin. Û di peyre jî birêz Helîm Yûsiv û birêz Mem Mîrxan, pêwendî û dîtinên xwe der heqê vê roportajê de, di heman malperê de anîn ziman. Bêşik dîtin û gotinên birêz Jan Dost û her wiha yên Helîm Yûsiv û Mem Mîrxan yên xwediyê xwe ne. Em beşdarî dîtinên wan bibin, em nebin ew tiştekî din e. Mafê her malper, kovar an rojnameyê heye ku li gorî dîtinên xwe cih bide nivîsan. Ligel ku li gorî dîtina min jî gelek çewtî û kêmasiyên Azadiya Welat hene jî ez tawanbariya ku Jan Dost, Azadiya Welat û dîtinên Hîtlerî datîne ba hev tu carî rast nabînim.
Lê li vê derê nêta min ne nirxandina tevger û gotinên di vê bûyerê de qewîmîne darizînim an binirxînim. Li ser vê bûyerê, ez dixwazim nakokiyên rêveberên Azadiya welat hinekî binirxînim, helbet li gorî kirinên wan.
Wekî ku min di serî de jî got, mafê Azadiya Welat e ku nivîs û nivîskaran li gorî feraseta siyaseta xwe binrxîne û li gorî vê yekê jî tevbigere. Ev tiştekî rast û normal e. Heke kesek, Jan Dost yan jî yekî/a din, li hemberî feraseta siyaseta ku Azadiya Welat diparêze û heta niha gelek berdêlên giranbuha ji bo wê dane raweste, tevbigere, jixwe şaşiya mezin e ku Azadiya Welat cih bide wan kesan. Heta vê derê tu nakokî nîn in. Lê ne pir, berî salek didu, birêzan rêveberên Azadiya Welat, ji hêla hin kes û saziyên ku bi ferasata Azadiya Welat re yek bi yek in hatine şiyarkirin ku hûn cih nedin filan kesî/ê. Ji ber helwest û kirinên wan kesan ku li hemberî tevger û saziyên vê siyasetê bi awayekî eşkere û qûretî kirine. Erê ez dixwazim balê bikişînim vê yekê ku li vir Azadiya Welat birêbaz tevnegeriyaye, bêrêbaz tevgeriyaye. Heke berjewendiyên tevgerê bin çima we cih da kesên ku hûn di der heqê wan de hatin şiyarkirin. Yan na gelo hûn li gorî hestên xwe yên kesane tevdigerin. Bi rastî divê ev pirs bêne bersivandin.
Mixabin keda salan, keda berdêlên giranbuha îro li ber avê diçe. Ev nêzîkî bîst salan e ku rojnamegeriya kurdî di cihê xwe de zîq rawestiyaye. Ji xeynî yeka ku ji hefteyî bû rojane her diçe ber bi paş ve diçe. Di pêvajoyeke wisa de tîraja Azadiya Welat tu caran negihîştiye bîst hezarî. Ji xeynî hejmara firotinê, ji hêla naverokê jî vik û vala ye. Jixwe karê ku tê kirin wergerandina nûçeyên ku bi tirkî gihîştine ber destê wan in. Ajans nûçeyan radigihîne ber destê wan, ew jî li ser kompîturan werdigerînin kurdî. Piraniya wergerê jî bi mantiqa zimanê tirkî ye. Ev yek çîp-tazî xwe dide der. Demekê min hevok, biwêj û vegotinên pir balkêş li ser hev kom kirin. Min xwest li ser vê mijarê nivîsekê binivîsim. Di sohbeteke bi birêz Samî Tan re, min ev ramana xwe anî ziman. Wî jî got; “Ma gelo tu dikarî di nivîsekê de karibî vê yekê pêk bînî, li gorî min divê mirov pirtûkekê li ser Azadiya Welat binivîse.” A niha ez difikirim, mamoste Tan pir rast gotiye. Ma tenê li ser mantiqa wergera rojnameyê, ma tenê li ser rastnivîsa wan? Bi rastî ji her hêlê ve, rojnameya Azadiya Welat balkêşî lêkolîn û nirxandinê ye. Ji bo rojnameyekê bîst sal ne hindik in. Rist û peywira rojnameya kurdî ku berhema tevgera azadiyê ye zehf e. Divê rojnameya kurdî  mîna dibistanekê be û tim û tim di nav gel de be. Di nav jiyana gel de be, çi ji hêla hişmendiyê û çi ji hêla fêrkirin û belavkirinê be. Lê mixabin, rastiya rojnameya kurdî dûrî vê kirûyê ye. Û bi dîtina min sedema vê rewşê bi piranî rêveberên rojnameyê ne.

b.zelal@mynet.com

***

Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- HAWAR E! ROŞAN E!
- Gaveke dîrokî û virnî
- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fotoyê rojê: Mirov li bajarê xwe bi ala spî bijî!

ad

Jina Humeynî mir

ad

Di Documentaristê de "Duet" bi ser ket

ad

"Kûlîlkên Xirabiyê" bi 1,8 mîlyonî hat firotin

ad

Lîgên Ewropayê dest pê dikin: Rewşa 6 lîgan

ad

Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname