Diyarname
Lîstikvanê navdar Zlatan Îbrahîmovîç ev 10 sal in li Swêdê wekî lîstikvanê salê tê hilbijartin lê îsal kaptanê tîma neteweyî yê Swêdê Andreas Granqvist ev pênase ji Îbrahîmovîç girt.
Li gor daxuyaniya Federasyona Fûtbolê ya Swêdê Andreas Granqvist 32 salî lîstikvanê herî serketî yê sala 2017'an hatiye hilbijartin.
Swêdê çendek berê tîma neteweyî ya Îtalyayê têk biribû û mafê bi destxistina çûyîna Kûpaya Cîhanê ya 2018'an bi dest xistibû. Di maçê de kaptan Granqvist ku lîstikvanê defansê ye parastinek mezin kirib û û hatibû ecibandin.
Zlatan Îbrahîmovî li Swêdê bi temamî 11 caran û her wiha di 10 salên dawî de her xelata lîstikvanê herî serketî bi dest xistibû, lê ji ber ku seqet e îsal zêde performans nîşan nedan û ji bo vê yekê jî Andreas Granqvist bi ser ket.
Îbrahîmovîç piştî 7 mehan hefteya borî di maça Manchaster United (MU) û Newcastle United de lîst û MU bi 4-1 bi ser ket.