Hevdîtina BDP û AKP'ê betal bû
Diyarname
Îro saet 14.00'an de wê Hevserokên BDP'ê û ji AKP'ê Cemil Çiçek û Sadullah Ergin hevdîtineke pêk bianiya. Lê li ser teqîna li Culemêrgê, hikumetê hevdîtin ji bo çend rojan bi paþ ve avêt.
Li ser bûyera li Culemêrgê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaþ li meclisê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Demirtaþ piþtî ku xwest bûyer bê zelalkirin, bal kiþand ser pêkhatina bûyerê.
Demirtaþ wisa got: "Duh derket holê ku me yê bi Birêz Cemil Çiçek, Wezîr Edelatê Sadullah Ergin re îro saet 14.00'an de ez û Gultan xanim me yê hevdîtin pêkbianiya. Ev hevdîtin îro ber bi nîvro diyar bû. Hevdîtineke li ser daxwaza her du aliyan bû. Berî hevdîtinê bi saetekê me yê ev hevdîtin ragihanda çapemeniyê. Bi daxuyaniya çapemeniyê jî me yê encamên hevdîtinê ragihanda. Tenê kesên ku li telefonên me guhdarî dikirin haya wan ji vê hevdîtinê hebû. Wekî din kesî nedizanî. Ji bo pêþketineke provakatîf çênebe heta saeta dawî jî me ev veþart. Îro ji Amedê ji bo hevdîtinê dema hatim balafirgehê me bûyera li Culemêrgê bihîst. Dema li Enqereyê ji balafirgehê peya bûm jî min bihîst ku hikumetê ev hevdîtin betal kiriye û ji bo çend rojên din bi paþ ve avêtiye."
Hate gotin ku Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaþ û Gultan Kiþanak wê herin Culemêrgê
***
Nûçeya eleqedar: