FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Ev navê bi wate û rastiya têkiliya kurdan û zimanê kurdî ya çewt tîne bîra mirovan, navê berhema birêz Kazim Polat e. K. Polat sala 1964'an li gundê Kistikan a girêdayîyê navçeya Elbistanê tê dinê. Navê Kistikan bi rêya strana “Husnayê” li her derê belav bûye, heman gund in, yan gundê cuda ne nizanim.
Birêz Polat li Trabzon û metropolên Tirkiyê dixwîne, di nava çepên Tirkan de dimîne û di derxistina kovarên bi tirkî de roleke girîng dilîze. Di kovarên Girgir, ÇarÅŸaf û Firt de karîkatûrên wî tên weÅŸandin, her wisa di warê nivisandinê de jî gotarên wî tên belavkirin. Li pey ku ew têdigîje ku ew kurd e û zimanê kurdan kurdî ye, reng diguhere. Bi rikî berê xwe dide kurdî û niha kurdînivîsekî hêja ye. Ev berhema wî ya nav “ÊÅŸa Zimanê Min” serencam û tekoÅŸîna wî ya fêrbûna kurdî û wekî zimanê jiyanê bikaranîna wî ye.
Birêz Kazim Polat di vê berhema xwe de berê bîranîneke xwe ya fêrbûna ziman bi zimanekî herikbar pêÅŸkêÅŸ dike, li pey jî wê bi têbîniyên ji rojnivîska xwe dixemilîne.
Di despêkê de ji bo wî tirkî her tiÅŸt e. Ew vê wiha ÅŸîrove dike: “Ji bo çand û zimanê tirkî dewlementir bikim, min bi canfedayî li ber xwe da!” (Rûpel 8) Bi dîtina min; divê her kes vê hevokê bixwîne û carê li xwe vegere, ka ew çiqas di xizmeta zimanê tirkî de ye, çiqas ji kurdî dûr e û bi çi çavî li kurdî dinihêre!
Bi kurdî hesîna xwe jî wiha vedinivîse: “Dema ez ÅŸiyar bûm ku... ez kurd im û kurdî zimanê min e ku diya min pê bi min re diaxive, ez bîst û ÅŸeÅŸ salî bûm.”
Kêliya jineke ji Komaleya Mafê Mirovan nivîseke li ser kurdan dibe wê kovara qaÅŸo sosyalîst, dixwaze ku ew nivîs were weÅŸandin. Edîtora sosyalîst, Komînîst, rizgarkerê cihanê û azadiyê ji hemû zimanên cihanê re dixwaze, wiha dibêje: “Ma kurdî zimanek e ku hûn pê perwerdahiyê wekî maf dibînin û diparêzin?” Û rêzdar Polat li ser vê pirsa edîtor, bi carê ve bi xwe ve tê û wiha dibêje, “Di serê min de tiÅŸtek cihê xwe diguherîne.” Hûn çendî car rastê van gotinên sosyalîst, komunîst, demoqrat, îslam, faÅŸîst û serseriyên tirk hatine? Gelo we jî ji bo carekê jî be, destê xwe da ser wijdanê xwe û got, “Na, ji îro pê ve ji tirkî re na!” Di serê we de jî tevlihevî çêbû. We jî xwest ku hûn berê xwe bidin zimanê kurdî?
Rêzdar di wê baweriyê de ye ku mirov bikane bi kêmasî evîna xwe, helkelîna dilê xwe, hestê xwe yê evînî bi kurdî bibêje, dê bikane bi awayekî serkeftî bi zimanê xwe biaxive û birame, vê wiha tîne ziman: “Gerek em kurd hîn bibin û evîna xwe bi kurdî bêjin. Çavên te çi xweÅŸik in.” (Rûpel 20)
Li pey ku ew berê xwe dide kurdî êdî çepgir û sosyalîstên tirk jî naxwazin wî di nava xwe de bibînin, ew ji ber vê sedemê berê xwe dide Ewropayê û vê wiha vedike: “Ez ji Tirkiyê ji ber zimanê tirkî reviyabûm, hatibûm Ewropê, lê li vir jî tirkî, bi destê kurdan bi pêsîra min girtibû.” (Rûpel 26)
Ew gazinca zimanê kurdî ya bi hewar bang li kurdan dike, wiha dibîne: “Ez hem kesek im, hem her kes im. Ez hem tiÅŸtek im, hem her tiÅŸt im. Ez zimanek im; zimanê te me, zimanê te yê zikmakî.“ (Rûpel 29)
Ji bo wê, zimanê dayîkê di jiyana mirov de nirxê herî bi wate û pîroz e. Ew vê bi van gotinan tîne ziman: “Ew (ziman ji min) ji canê min can, ji xwîna min xwîn, ji bûyîna min jî tiÅŸtên herî girîng tiÅŸtek, na, ew ne tiÅŸtek e, heval û hogir û evîna min e. (Rûpel 34)”
Di van azmûnên xwe de têdigihîje ku di pêvajoya fêrbûn û li zimanê xwe yê zikmakî germbûnê de, zimanê tirkî jî hêdî hêdî tê qewitandin û cih dide zimanê zikmakî: “Di nava demê de her ku zimanê min, kurdiya min di mejiyê min de bi hêz dibû, zimanê dagirker ji cihê ku dagirtî, diliviya. (Rûpel 41)”
Mijara herî giring jî siberoja ziman e. Eger zarokên malbata ziman bi wî zimanî biaxivin û fêr bibin, wê tu carî ew ziman winda nebe, ev jî di têkiliyên di navbera dê û bav û zarokan de xwe dide der. Vê wiha radigîhîne: “Zimanê min ê zikmakî her dem dê bi têkiliya min û zarokên min bijî.” (Rûpel 57)
Birêz Polat çîrokeke balkêÅŸ jî pêÅŸkêÅŸ dike. “Du kurd li ber kozika telefonê rastê hev tên, berê ji hev dipirsin ka bi almanî, firansî, tirkî, erebî, farisî, îngîlîzî dizanin yan nizanin, lê nayê aqilê wan ku bi kurdî ji hev bipirsin.” Wekî encam wiha dipirse: “Çima ji me yekî/ê nepirsî; Ma tu bi kurdî dizanî?” (Rûpel 65).
- ÊÅŸa Zimanê Min / Kazim Polat / WeÅŸanên Åžemal / 72 rûpel / 2015/ Stenbol
balani51@gmxl.de
17.05.2017, Yenî Ozgur Polîtîka