Diyarname
Cîgira Serokê Ak Partî Edibe Sozen got ku stêrkê Hollywoodê Kevin Costner piştgirî dide gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd.
AK Partî pêşî qala "Pêşîlêvekirina Pirsgirêka Kurd" kir, dûre nav guhart û kir "Pêşîlêvekirina demokrasiyê". Di rewşeke wisa de Ak Partî di 3'yê meha pêşiya me de Kongreya Xwe ya Mezin li dar dixe. Ji bo vê yekê gelek kesan vedixwîne kongreya xwe. Di nav van kesan de yek jî lîstikvanê navdar ê Hollywoodê Kevin Costner e.
Cîgira Serokê Ak Partî Edibe Sozen li ser hatina Costner wisa got: "Me ew vexwend kongreyê lê ji ber ku wê demê li tûrneya Ewropayê de ye dê nikaribe were. Lê li ser 'pêşîlêvekirina demokratîk' wî got ku ew vê yekê baş dişopîne û ji dil piştgiriya vê pêvajoyê dike."


