Amed
Danişîna doza ku derbarê Edîb Polat, Eren Keskin û Murat Batgi hatibû vekirin li dar ket.
Di 6'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de Komeleya Nivîskarên Kurd Xelata Azadiya Ramanê dabû parêzvana mafên mirovan Eren Keskin.
Dozger îdîa dike ku di merasima xelatdayînê de Serokê wê demê yê Komeleya Nivîskarên Kurd Edib Polat gotiye; "Ji ber ku em vê xelatê li Kurdistanê didin miroveke hêja, em ser bilind in". Ji bo Keskin jî îdîaya ku wê gotiye "Ez li her cihî qala Kurdistanê dikim, peyva Kurdistan bi kar tînim..." û dozger ji bo Batgî jî îdîa dike ku Batgî di festîvalê de gotiye: "Ecevît nexwestiye Kurdistanek serbixwe bibîne, gotiye xwezî beriya bibînim ez bimrim. Lê Xwedê emrê wî hezar salî bike ku bila ew 4 Kurdistanan bibîne..."
Ji ber van îdîayan doz derbarê Polat, Keskin û Batgi de hate vekirin. Danişîna dozê di 30'ê gulanê de li Dadgeha 5 'emîn Esliye Ceza ya Amedê li dar ket. Di danişîna dozê de Polat û Batgi amade bûn. Dozger ji bo ku îfadeya Keskin a bi nivîskî ji Stenbolê bê doz heta 12. 09. 2008'an bi paş ve avêt.