Cemil Oguz
Girtîgeh her belayê serê kurdan bûne. Hema bêje piraniya kurdan awayekî ji girtîgehan re derbas bûne. Yên ku têde mane, yên ku dê, bav, xwiş, bira, jin û mêrên wan li wir mane. Ew deriyên hesinî ku bi şinginiyeke mezin vedibin, ew korîdorên dirêj, ew cihên hevdîtinê yên ku ji caman deng naçe wî alî, ew tirs û rofa ku bi gavavêtina hundir re xwe li mirovan dipêçe.
Amed nebû lê Ulucanlar bû Muze
Girtîgeh bûne belayê serê me. Girtih ketine nav jiyana me, ketina nav stranên me. Girtîgeha Amedê, ya Mêrdînê, ya Erzerom, Trabzon, ya Eskîşehîrê, ya Sînopê û ya Ulûcanlarê. Di dema ku hemû kurd dixwazin Girtîgeha Amedê neyê xirakirin û ji dêvla xirakirinê bibe muze, Şaredariya Altindaxa Enqereyê Girtîgeha Ulucanlarê kir muze. Girtîgeh bi navê "Ulucanlar Cezaevi Muze ve Kultur Sanat Merkezî" (Girtîgeha Ulucanlarê, Muze û Navenda Çand û Hunerê) û muzeyê deriyê xwe ji bo temaşevanan vekir.
Muze bi awayekî fermî hê venebûye lê ji bo gel vekiriye û bi bilêtê 5 TL û 2 TL gel dikare here serdanê. Em jî wê rojê li wê derê bûn. Em ketin nav arşîva bi dehan salan, em di nav dîrokê de winda bûn, em xemgîn bûn, em giriyan, em şaşwaz bûn... Lê di dawiyê de bûyerên dehan salên bûrî careke din di bîra me de vejiyan.
Ji Ecevit heta Zana, heta Ahmed Arîf
Ulucanlar di sala 1925'an de wekî girtîgeh hatiye avakirin. Ji wê rojê de ji çepgiran heta rastgiran, ji dizan heta nijadperestang elek kes rêya wan bi vê girtîgehê ketiye. Ji kesên navdar ên wekî Bulent Ecevit, DEP'î (Hatip Dicle, Orhan Dogan, Leyla Zana û yên din), Ahmed Arîf, Yilmaz Guney, Muhsin Yazicioglu bigire heta Oral Çalişlar, Nazim Hikmet, Fakir Baykurt, Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan, Huseyin İnan, İsmail Beşikçi û bi sedan, bi hezaran kesên din li vê derê mane. Di derbeya 60'î de jî, 70'ê de jî, 80'ê de jî gelek kesên ku hatine girtin anîne vê derê. Li vê derê mirov hatine îdamkirin, li vê derê êrîşê girtiyan hatiye kirin û ew hatine kuştin. Vê derê bi her awayê xwe mora xwe li dîroka Tirkiyeyê daye. Niha ev der kirine muze û her kes dikare here lê bigere, ew dijwariya girtîgehê, odeyên tarî, hucreyên bê binî, hucreyên ku mirov nikare têde nefes jî bigire binîne. Korîdorê teng û tarî, hucreyên ku tu tilî bikî çav nikarî bibînî ku bi awayê muzeyê jî mirovan ditirsîne bandoreke mezin li mirov dike.
Ranza, hemam, hucre û mirov
Ulucanlara ku çend sal berê hatibû valakirin hin beşên wê ji nû ve hatine restorekirin û li gor rastiya xwe hatine vesazkirin û kirine muze. Menzela ku gelek kes têde hebûn, hemam, metbex, destavxane, cihê hevdîtina girtî û xizmên wan, sêdara ku di serî de Denîz û girtiyên din lê hatin darizandin di muzeyê de hatine bi cih kirin. Her wiha gelek tiştên girtiyan jî, wekî kincên Ahmet Arîf, qerewata Yilmaz Gunay, dextîloya Fakîr Baykurt, cixareya 'birinci' ku wekî 'cixareya ku Deniz Gezmişî dikişand' tê zanîn, qazaxê Deniz Gezmiş, wêneyên kesên navdar ên ku di girtîgehê de mane hatine bi cih kirin. Her wiha gelek mûmya jî wekî temsîla girtiyan hatine çêkirin û bi cih kirin. Ji wan yek jê li ser ranzayê rojnameyê dixwîne, yek li tembûrê dide, hin çay vedixwin, hin li hucreyan in û hwd.
Dîsa mûmyaya gardîyanan jî balê dikişîne.
'Ez li vir razam'
Ez jî yek ji mêvanan im û digerim li girtîgehê. Hema bibêje ji her temenî mirov hatine. Yek ji wan temen li dor 50 nîşanî hevalê xwe dide, "Ez li vê quncikê, li vê ranzayê razam." Yekî din li wêneyê Bulent Ecevit dinêre û carekî din wî bibîr tine. Pîrek ku navên kesên mayî dixwîne dipirse "Oral Çalişlar û İpek Çalişlar jin û mêrên hev in?"
Û hin agahiyên li ser muzeyê
- Li ber deriyê muzeyê mumyayên leşkerên nobet digirin çêkirin û ew pêşwazî li we dikin. Kûleya raçavkirina cendirmeyan jî bi heman awayî bi mûmyayan hatiye dagirtin. Bi giştî di hundirê muzeyê de 22 mûmya hatine bi cih kirin.
- Girtîgeha Ulucanlar di sala 1925'an de hate vekirin û di sala 2006'an de hate girtin. Di 81 salan de gelek kes li vê derê hatin îdamkirin. Fethi Gurcan, Talat Aydemir, Deniz Gezmiş, Yusun Aslan, Huseyîn İnan, Necdet Adali, Mustafa Pehlivanoglu, Erdan Eren, Fikri Arikan, Ali Bulent Okan hin ji wan in.
- Yên diçin muzeyê pêşî diçin serdana menzela 9 û 10'an ku jêre 'Hîlton' jî tê gotin. Sedema gotina Hîltonê ev e ku ev menzel li qata diduyan in û ji pencereya wê dîmena derve ya Enqereyê dixuye. Di "Hîlton"ê de Bulent Ecevit jî maye.
- Dema mirov ji derî re li menzelan dinêre bi rehetî mirov dibîne ku menzel di şiklê tabûtê de hatine çêkirin.
- Di nav zindanê de ZINDAN: Hucreyên dîsîplînê û hucreyên tarî. Herî zêde mirov ji wan ditirse; Herhal li dinyayê kes naxwaze bi taybetî di wir de bimîne.
- Amûrên taybet ên girtiyan ku ji malbatên wan hatine girtin balê dikişînin. Nameya ku diya Fakir Baykurt jêre şandiye, kincên helbestvan Ahmet Arîf, şewqeya Bulent Ecevit, notên ji destnivîsa Deniz Gezmiş ên li ser hiqûqa Romayê, sejdeyê Muhsin Yazicioglu û gelek tiştên din...
- Beşa pirtûkxane, pêşangeh, salona semîneran hê venebûne lê ew bi awayekî fermî vebûna girtîgehê re dê vebin.
- Kuçeyên li nav muzeyê navên ku girtiyan lê kirine bi heman navî tabela hatine daliqandin. Wekî "Adnan Menderes Bulvari", "Şeftali Sokak"
Ger rêya we bi Enqereyê bikeve, Girtîgeha Ulucanlar, bi navê nû Muzeya Ulucanlarê li Altindaga Enqereyê li benda we ye.
Ji bo wêneyan bitikînin: Dîmenên ji Girtîgeh/Muzeya Ulucanlarê...
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.