Luqman Guldivê
Hefteya bihurî me behsa sinifandin û pirsgirêka sinifandinê kiribû di peywenda zanistî de. Ev mesele meseleyeke zanista pozîtîvîst tenê nîne û heta roja me ya îro di gelek beşên zanistî de ji pirsgirêkên sereke ye. Wekî din jihevqutkirina peywendan, tengkirin û baskokirina meseleyên lêkolînê û her wiha kirdeyê lêkolînê û tesîra wî li ser objeyên lêkolînê ji wan pirsgirêkan e ku gulaşa zanista îro bi wan re rûbirû ye û bar û rexne ne nexasim jî li ser pişta zanistên mainstream. Ji vê û wêde mirov kolekirina zanistî a ku xwe disipêre azamîkirina hilberînên zanistî ji bîr neke ku tevî yekdestdariya weşanên “pear review” veguheriye nexweşiyeke giran li ser zanistê bi giştî.
Hasilî, çawa min di nivîsa berê de got, vê hefteyê ez ê bi meseleya tesnîfê dewam bikim. Tesnîfa zanistî beriya her tiştî ji bo fêmkirinê ye. Ango objeyeke heyî gava dikeve ber lêkolînê, di serî de ew kirdeya/ê wê lêkolîn dike, hewl dide di wê bigihîje. Ji bo wê jî gelek caran tesnîf û kategorîzekirin pêwîst dibin.
Di mijara wêjeya devkî de, ez bi heman meseleyê daketim, ya ketî pêşiya min pêşî ew katagoriyên “gerdûnî” bûn ku weke efsana, destan, çîrok û wekî din ku bi pirranî li gorî naveroka xwe dihatin dabeşkirin, di nava van de yên epîk jî yên lîrîk jî hene. Lê gava mirov diçe devereke ku di warê çandê de weke mekanekî hevgirtî xuya dike, mesele diguhere. Carinan bi dehan cûreyên cihê li yek devera ku îro nifûseke çend sedhezar lê dimînin hene.
Wê demê nabe u mirov rahêje wan û di nava ew cûreyên “gerdûnî” de bi cih bike. Qet nebe, gava ku min cûreyên wê herêma ku Botan û Hekariya digihêjin hev, berhevkirî, ya min pêşî gotî ew bû ku nabe ez tesnîfkirineke ku qet li van cûreyan nayê li ser wan ferz bikim. Naxwe diviya çi bikim? Min biryar da fêm bikim ka her cûreyê heyî çawa dibe cûreyek, bi kîjan xisletên xwe dibe cûre. Weke şertê pêş jî min tiştek da ber xwe ku ji şertbûnê bêhtir, meseleya isehbûna li ser cûrebûna kategoriyeke cihî bû. Ew şert jî ew bû, gava cûreyeke hebe, divê wê demê kesên wê herêmê ku guhdariyê li berhemekene ji wî cûreyî bikin, nas bikin ku ew berhem bi rastî jî ji wî cûreyî ye.
Tişta derket pêşberî min ew bû ku performans, mekan, melodî li vê deverê ji bo diyarkirina cûreyan pîvan bûn û ne ileh naverok. Gava rewş wisa be, hingê ya rasttir ji bo serwextbûna li van cûreyên devkî wê ew bûya ku sinifandineke cihî bê terîfkirin. Lewma diyarkirina cûreyan û peywenda pêkhatina wan jî cihî ye û li gorî kategoriyên “gerdûnî” jî mirov di cûrebûna wan nagihîje. Bi vî rengî ji min hat ku karibim ji xizêmok, payîzok, biharok (cûreyên xizmên hev), heta bi serêlî, qewl, çêrên dawetan, çîrok û heyranokan terîf bikim û meseleya van cûreyan hinekî jî be, safî bikim.
Gava ku mirov carinan kategorî û qalibên heyî yên zanistî dişkîne, encamên vê yekê dikarin di warê çareserkirina pirsa lêkolînê ya li ber kirdeyên lêkolînê de mumkin bike. Gelek caran ew “çareseriyên” bi qaliban, esas girîftkirina pirsan/pirsgirêkan e. Mixabin tesbît û qalibên çêkirî, dikarin demeke dirêj tesîreke xirab bikin ji ber ku di nava mainstreamê de dikarin weke norm bên qebûlkirin. Tevî meseleyên li jor min behsa wan kir, daketina bi vê pirsgirêkê, dikare qet nebe mekan û awayên alternatîf li maintsreamê biafirîne.
19/11/2018, Yenî Ozgur Polîtîka