Destûr nedan ceza bê definkirin!
Diyarname
Komek faþîst êrîþê kesên beþdarî merasima definkirina cenazeya Hatun Tugluk bûn kirin û nehiþtin cenazeya wê li Enqereyê bê definkirin. Mebûsê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar got: "Berpirsê bûyerê hikumet, walîtî û emniyet e."
Hatun Tugluk diya Cîgera Hevserokên HDP'ê Aysel Tugluk e ku duh wefat kir. Îro cenazeya Hatun Tugluk birin Cemxaneya li Batîkenta Enqereyê û ji wir jî birin Goristana Încel. Her tiþt li vir çêbû; komek faþîst êrîþê kesên beþdarî merasima definkirê bûn kirin.
Hevseroka HDP'ê Serpil Kemalbay, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, Mebûsên HDP'ê, Hevþaredarên kurd ên ji kar hatine girtin Ahmet Turk, Sirri Sakik û gelek kesên din beþdarî merasimê bûn. Aysel Tugluk jî ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandiraya Kocaeliyê bi destûr ligel jendirmeyan hat cezayê. Komek faþît êrîþ kirin bi gotina "Li vir cenazeyê þehît heye, em nahêlin cenazeyê terorîst bê definkirin" êrîþ kirin. Her wiha faþîstan digot, "Em nahêlin cenazeyê kurd, elewî û ermenî li vir bê definkirin. Hûn defin bikin emê derxin û parçe bikin."
Mebûsên HDP'ê kirin xwe bigihînin Waliyê Enqereyê, Wezîrê Karên Hundir lê ji wan deng nehat. Li gor gotina mebûsê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar walî piþtî 40 deqîqeyî bersiv day ewî. Sancar wisa got: "Bersiva telefonên me nedan. Ev bûyerek ecêb e. Xurifînek wisa nîn e. Ev karek organîze ye. Berpirsê bûyerê hikumet, walîtî û emniyet e."
Dîsa li gor Sirri Sakik ew li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû geriyane, wê çaxê hejmara êrîþkaran 20-30 bû, bûye 100 lê dîsa jî zêdetir polîs ji bo pêþîlêgirtinê nehatine.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin cenazeya Hatun Tugluk dê sibê bibin Dêrsimê û li wir defin bikin.