logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Leyla Zana: Heta kurdî nebe zimanê siyasetê pêş nakeve

Leyla Zana di semînera, 'Ziman û Siyaset'ê de got ku heta kurdî nebe zimanê siyasetê, pêş nakeve û mayînde nabe.

  • Dîrok: 13/04/2008
  • Beş: Nûçe

 

Amed
Leyla Zana di semînera, 'Ziman û Siyaset'ê de got ku heta kurdî nebe zimanê siyasetê, pêş nakeve û mayînde nabe. Zana, xwest ku siyasetmedarên kurd kurdî di jiyana xwe ya rojene de bikin zimanê serdest.


Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) li avahiya xwe bi beşdariya parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana, Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Azadiya Welat Tayîp Temel û Nivîskar Gulçîçek Gulen Tekîn bi navê, 'Ziman û Siyaset' panelek li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê Kadîr Kokder kir de Serokê Giştî yê Kurdî-Der'ê Mazhar Aktaş axaftina destpêkê kir û xwest ku her kes kurdî bikin zimanê bingehîn ê jiyana xwe. Piştî Aktaş, Zana bi gotina, "Em di ku derê de hatibin fetisandin lazim e em ji wir dest pê bikin" dest bi axaftina xwe kir. Zana, destnîşan kir ku ji bo zimanek pêş bikeve lazim e civakî bibe û wiha axivî: "Gewriya min kurdî ye. Sedema vê yekê jî ew e ku ez kurdî di hiş û mejiyê xwe de hîs dikim. Dema me dest bi vê têkoşî kir, me got kî dikare di vê têkoşînê de çi fêde bide. Di aliyê ziman de jî lazim e em nebêjin ka kî dê çi ji me re bike. Divê em bi xwe bixebitin. Lazim e kurdî di warê teknîkî de jî pêş bikeve. Em zimanê xwe ji çand û hunera xwe digirin. Ku siyasetmedar zimanê dayikê bikar neynin dê ji gel dûr bikevin. Ev yek jî dê bandorek neyînî li ser ziman bike. Ku siyaseta civakekê bi zimanê civakê nebe, ew ziman pêşnakeve. Min tirkî li berderê girtîgehan û kurdî jî di girtîgehan de zanî. Ez bawerim ku her kurdek dikare zimanê xwe pêş bixe."

Di semînerê de Kadrî Gokdere jî ragihand ku heta di zimanekê de hest û raman tunebin di navbera mirovan de diyalog jî çênabe û ev tişt anîn ziman: "Birêz Ocalan dibêje ku qedexe dom bikin bila dayik li malan zimanê xwe hînî zarokan bikin. Em lazim e li gorî vê hasasiyetê bixebitin."

Nivîskar Gulçîçek Gunel Tekîn jî balkişand ser heqareta Serokwezîr Erdogan a li hemberî Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu û wiha got: "Erdogan ji bo mafê perwerdehiyê ji Tanrikulu re dibêje tu derewan dikî. Lê ez jî ji Serokwezîr re dibêjim tu derewan dikî. Zimanê kurdî bi rêbazên cuda tê tunekirin. Ligel hemû zordariyan nekarî zimanê kurdî ji holê rakin. Bi qampanyayan xwestin kurdan bikin tirk lê kurdan bi berxwedana xwe ev yek têk bir. Ji ber ku ziman hêmanek bingehîn a mirovan dike mirov e."

Gerînendeyê Giştî yê Azadiya Welat Tayîp Temel jî bal kişand ser rojnamegeriya kurdî û wiha got: "Dîroka rojnamegeriya kurdî dîroka fedakariyê ye. Bandora rojnamegeriyê ya civakî pir mezin e. Lazim e rojnamegerên kurd ji bo zimanek yekgirtî bibin yek. Bi polîtîkaya asîmîlasyonê dixwazin kurdî xilas bikin. Lê em dikarin bi medyayê vê yekê cardin têk bibin."

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Hûn bi xêr hatin Amedê'

ad

Don Kîxot vê carê li Rihayê bi kurdî axivî

ad

Îbrahîm Ayhan wefat kir

ad

Êrîşê malpera Rojeva Kurdistan kirin

ad

Îngilistan û YE'yê li hev kir

ad

Li ser Şêx Mehmûd Berzencî pirtûkeke nû derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname