Diyarname
7'emîn Kongreya Giştî ya Asan a Kongreya Civaka Demokratîk bi dawî bû û encamnameya kongreyê hate eşkerekirin. Di kongreya ku rojên 6-7'ê vê mehê li dar ket de 501 delege lê amade bûn, her wiha li dor 300 mêvan, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û kesên serbixwe amade bûn. Her wiha 50 kesên çavdêr û ji parçeyên din jî nûnerên saziyan amadebûn.
Di kongreya ku bi diruşma “Em Neteweya Demokratîk û Jiyana Azad Ava Dikin” lidar ket de encamname piştî bi dawîbûnê hat eşkere kirin. Em vê encamnameyê bêyî biguherînin radigihînin we:
"Di Komcivînê de li ser mijarên; nirxandina pêvajoya siyasî, rewşa pêşveçûnên ku li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê diqewime, avakirina Xweseriya Demokratîk, erk, peywir û berpirsiyariyên KCD, nîqaşên berfireh hatin kirin û biryarên pêwist hatin dayîn.
Bi gelemperî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li ser erdnîgariya Kurdistanê şerekî giran diqewime, em dikarin bêjin ku ev Şerê Sêyemîn ê Cihanê ye ku nav lê nebûye.
Ev şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime, dibe sedêmê encamek wisa ku, hem ewlehî û pêşeroja gelên herêmê tehdît dike û hem jî tevkujiya çandî, etnîkî û bawerî pêk tîne ku dê di dîroka mirovahiyê de, qet neyê jibîrkirin. Bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê, li Telafer û li Filistînê diqewimin, mînakên li ber çavan in.
Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan, ji berê de û bi îsrar bal kişandibû ser vê rewşê û gotibû divê, dewletên herêmê xwenûkirin û veguherînên demokratîk pêk bînin. Ji bo hêzên Kurdistanî jî bikaribin hebûna gelê Kurdistanê biparêzin û azadiya xwe bidest bixin û bikaribin ji vê pêvajoyê re amade bin, pêwistiya Civîna Kongreya Neteweyî Ya Kurdistanê nîşan dabû.
Mixabin dewletên herêmê şûna ku guh bidin vê şiyariyê, ketin nav hewldan û têkiliyên kûrkirina şer. Ji bo civîna Kongreya Neteweyî asteng bikin, di serî de, Türkiye û dewletên herêmê ketin nav hewldanan. Teva ku ev bûyerên ku ji berê de hatibû dîtin, partî û rêxistinên siyasî yên kurdan, li hember astengkirinên ku ji derve hatine, ranewestiyan û heta niha kongreya ku dê yekîtiya neteweyî pêk bîne, lidar neket. Bi vî awayî riya vebalekî giran ê dîrokî ketiye ser milên partî û rêxistinên siyasî yên kurdan.
Kongreya me, ev pêvajo nirxandiye û careke din bangwazîya xwe ya kombûna Kongreya Neteweyî dubare dike. Sedem çi dibe bila bibe, divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, neyê taloqkirin.
Her çiqas bi derengî ketibe jî yekîtiyeke neteweyî ya bi sînor ava bûye. Bi xêra vê yekîtiyê, gelê me li hember êrîşan hatiye parastin, êrîşên ÎŞID ê bêbandor maye. Rastî ew e ku, vê yekîtiyê hevkariya gelên Kurdistanê û Mezopotamyayê jî xurttir kiriye û pêwistiya avakirina hêzeke hevpar ya Gelên Kurdistanê û Mezopotamyayê derxistiye holê.
Ji bo pêşeroja xwe bi destê xwe ava bikin, pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji gelên herêmê re bûye hêviyek. Ji bo gelên cuda bikaribin bi hev re di nava aştiyê de jiyaneke wekhev ava bikin, kantonên ku li Rojava hatine damezirandin dibe mînak û modelek modern. Bi vî awayî derketiye holê ku, taxrîbatên pergala Netew Dewletê, ku weke mîrateya sedan salan e, bi perspektîfa Neteweya Demokratîk, dikare bêbandor bimîne.
Gelê me yê Rojava, di alîkî de bi avakirina pergala xwe ya xweser a demokratîk, dikare li ser piyan bimîne, dikare li hember êrîşan bi hêza xwe ya cewherî gelê xwe biparêze. Li aliyê din, bi parastin û bi lêxwedîderketina gelê me yê Şengalê, yên ku ji ber êrîşên IŞÎD a xwînxwar naçar mane, hatine Rojava, bûye sedema pesinandin û teqdîrkirina gelê Rojava. Diyare ku gelê Rojava hêza xwe ji pergala xwe ya demokratîk digre.
Kongreya me, pergala Rojava, ji bo gelên herêmê wek modeleke qenc a mînak dibîne. Kongreya me çareseriyê di rêveberiya xweser a gelan de dibîne. Bi ji cîh û warên gelanbidûrxistin, ne çareserî yê. Li ser esasê vê rastiyê, Kongreya me dê ji bo xweseriya Şengalê û ji bo Şengalî vegerin ser axa xwe, dê xebatên berfireh bike.
Hêzên neteweyî û navneteweyî nikarîbûn çeteyan rawestînin, belê hêzên parastina gel, bi berdêlên giran be jî, parastina gelan kiriye. Bo vê yekê, divê Hêzên HPG û YPG ji aliyê mekanîzmayên navneteweyî weke hêzên parastina gel werin qebûlkirin û PKK ji lîsteya “Rêxistinên Terorîst” were deranîn. Em v^ya weke pêwistiyeke girîng dibînin.
Kongreya me ,di rojeva xwe de cih daye, pêvajoya diyalog û çareseriyê û berfirehî nirxandiye. Kongreya me diyar dike ku, hikûmeta AKP ji bo çareseriyê gavên têrker navêje. AKP di alîkî de, destekê dide hêzên terorîst ên wek IŞÎD, li aliyê din dixwazin destkeftiyên kurdan biherifînin û di vê pêvajoya kaotîk a Rojhilata Navîn de, ku gelê kurd bi tevkujiyekê re rû bir û mane de, li ser navê çareseriyê, beriya her tiştî daxwaza bêçekbûna kurdan dike. Aşkere ye ku mebesta wan tasfîyekirin e.
Teva ku şûna di warê demokratîkbûnê de gavan bavêjin, daxwazên ne di cih de û derveyî rastiya jiyanê didin pêş, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan û Tevgera Azadiyê, di bin şerd û mercên giran de be jî, ji bo pêvajoya diyalogê bi dawî nebe, bi hestiyarî tevdigerin.
Ji bo ev hewldanên aştiyê, bi muzakereyên serkeftî bidawî bibe, divê beriya her tiştî di warê ewlehî, azadî û tenduristiyê de, şerd û mercên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan, çêtir bibe. Ji bo pêvajoya dîyologê wergere ser muzakereyan divê kes û derdorên ku dikarin alîkariyê bikin tevli pêvajoyê bibin, di serî de girtiyên nexweş û girtiyên siyasî hemî serbest werin berdan. Qanûna dijî terorê betal bibe, Qanûna Hilbijartinê demokratîze bibe. Pêwistiya herî girîng jî amadekirina makezagoneke nû ye ku, di makezagonê de, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatibe pesendkirin û xweseriya demokratîk hatibe qebûlkirin.
Kongreya me azadiya jinan wek azadiya civakê dibîne. Ji peywirên me yek jî ew e ku, em li hember neheqî, şiddet, nehesibandina jinan derkevin û di vî warî de têkoşînê bikin. Ji bo temsîla wekhev ya di her qadê jiyanê de xebat û di vî warî de di nava rêxistin û saziyan de avakirina hişmendiyeke zelal, peywireke din e.
Kedxwarî, îstîsmara zarokan, belavbûna tilyakê, cûdakirina nasnameyan mijarên ku em ê têbikoşin e.
Kongreya me di biryar, daxwaz û pêdiviyên civakî de, tevlêbûna civakê pêwist dibîne. Bi vê armancê avakirina demokrasiya resen û bê kêmasî avakirin û sazkirina xweseriya demokratîk wek hedefeke sereke qebûl dike.
Li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk; paradîgmaya avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û wekheviya jinan; li ser esasê avakirina aboriya ekolojîk, edalet, parastinê çareserkirina pirsgirêkên civakê weke peywireke bingehîn qebûl dike.
Em Kongreya xwe di serî de diyarî gel û baweriyên; Êzidî, Kurd, Suryan, Ermen, Şabak, Kakaî ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi tevkujiyê re rû bir û mane û temama şehîdên Şoreşa Rojava û berxwedêrên Kurdistanê dikin. "
Nûçeyên eleqedar:
- Hevserokên KCD'ê diyar bûn: Irmak û Dîcle
- Ji Kongreya KCD'ê notê roja yekemîn
- Vaye bernameya Kongreya KCD'ê