Sîdar Jîr
Wêje û Bîrdozî –III-
Ji destpêkê heta niha wêje tim qadeke pêkhatina civakê û ya civakîbûnê ye. Lewma jî hin qadên têkildar hene ku nikare xwe zêde jê biparêze. Dema em li ser pêkhatina civakê û civakîbûnê bisekinin, em ê bibînin ku wêje nikare xwe ji aborî, ol û erka siyasî zêde biparêze. Îcar bi van têgihan bi hev girêdayî ve dema em li bîrdoziyê dinihêrin, tevna di jiyanê de ku ji kiryarên zimanî, çandî û wateyî pêk tê ye. Wexta ku em bikaribin bîrdoziyê wisa pênase bikin, em dikarin bi hêsanî bibêjin ‘hemû berhemên wêjeyî jixwe bîrdozî bi xwe ye.’
Dema em wekî pêvajoyan li civaknasiyê binihêrin amûra herî girîng ji bo venêrîna vê yekê bêguman e ku wêje ye. Îcar ku em rabin bertavekê bidin ser bîrdoziyan an jî em bîrdoziyan tenê bikin mijar îhtimal e ku em di qada wêjeyî de şikestinên mezin an jî cebirînek xelet pêk werînin. Lewma jî ya girîng ew e ku divê em li ser têkiliya wêje û pêvajoyên civakî rawestin. Dema ku em li ser pêvajoyên civakî rawestin jî em wê gavê dibînin ku her wêje/berhem encameke berbiçav a seknek yan helwestek xurt a bîrdozî ye û yan jî encameke zimanî yan têkiliyeke xurt a hêzeke ramanî yan jî bîrdozî ye. Ew hêza xurt carinan(di nava wan pêvajoyên civakî de) dibe ku ol be, dibe ku aborî be yan jî dibe ku bîrdozî be.
Di nava vê hengameya ku hê jî derdoreke fireh, di têkiliya di navbera wêje û bîrdoziyê de, ya rastî di têkiliya navbera hunera giştî û bîrdoziyê nagihêjin an jî heta ku ji dest wan tê dixwazin “ji hev dûr bixin” ew fikra ku ji xwe li “xamtiyê” digre û dibêje “Armanca hunerê dîsa huner e” dibe sedem. Belê yek ji sedemên sereke ev e. Îcar ‘huner ji bo hunerê ye’ çiqasî dûrî civakê dimîne yan jî bêyî civakê huner çawa dibe huner ew jî mijareke vikîvala dimîne li meydanê! Û têra xwe deformekirî ye.
Dema qala wêje û bîrdoziyê dibe tenê têkçûna wêjeyê tê fikirîn. Ev tenê fikreke negatîf e di mejiyê “hunerhezên” ku hunerê ji bo hunerê diafirînin. Bi awayekî dîtir qelsiya wan a wêjeyî/hunerî û di heman demê de qelsiya wan a bîrdozî dide nîşandan. Ji lew re dema ku wêjekarek di warê xwe de xurt be her daîm dikare bêyî ku di nava penceyên bîrdoziyan de can bide, bibe xwedî nirx û nasnameyeke xurt û gerdûnî. Jixwe di xwezaya xwe de wêje xwedî nasnameyeke mûxalîf e. Dema ku xwedî nasnameyeke mûxalif be, gelo dibe ku dûrî bîrdoziy(ek)ê be?! Mûxalif jî ne xwedî bîrdozî ne gelo? Ya girîng ew e ku nivîskar bikaribe wê hevsengiyê pêk bîne û biparêze ku “lehengên” wî û “bûyerên pêkhatî” di bin siya bîrdoziya wî ya “hişk” de netemire û nemire! Wekî mînak “Biraderên Qeremazov” a Dostoyevkî, “Vejîn” a Tolstoy, “Navê Gulê” ya Umberto Eco hin mînak in ji bo vê yekê.
Mesele hinekî jî tirsa her du qadan a ji hev e û newqa vala ye. Bêguman mafdariya tirsa her du qadan yanî wêje û bîrdoziyê dibe ku heta radeyekê di cî de be. Lê ez bêhtir balê dikşînim ser pêkanîn û parastina hevsengiya di navbera her du qadan de, her du qadên ku mirov nikare ji hev biqetîne.
Bi taybetî ji eniya wêjeyê ve ku were nirxandin divê bê zanîn ku, çawa wêje nikare ji felsefe, civaknasî, derûnasî, xweza, dîrok û hemû qadên jiyanê were veqetandin û bidûrxistin, bi heman şêwe û awayî ew xwesteka bidûrxistina wêje û bîrdoziyê jî, di taliyê de zirarê dide her du aliyan jî. Yanî ev tirsa wan a ji hev dike ku, her du jî ji hev sûdê werbigirin. Nahêle ku bi awayekî xwezayî hev xwedî bikin. Ji ber ku ji bilî wêjeyê jî, jixwe têkiliyeke xurt di navbera felsefe, civaknasî, derûnasî, xweza, dîrok û hwd gelek qadên din ên jiyanê de heye. Û bivê nevê jixwe têkiliyeke îndîrekt di navbera wêje û bîrdoziyê de jî heye.
Divê neyê jibîrkirin ku bîrdozî wekî bingehîn û di xwezaya xwe de hilweşîner e û tiştekî nû ava dike û wêje jî ne dûrî vê yekê ye, wêje jî di bidestxistina nasnameyê de û di veguhestina nasnameyê de xwedî risteke gelekî girîng e. Û di vir de girîngiya întertextualîteyê dertê pêş.
Wêje, di avakirina nasnameya neteweyî, civakî, siyasî, olî, çandî û zayendî de rasterast xwedî rist e. Bîrdozî jî li pey heman tiştî ye. Lewma jî wêje û bîrdozî, bixwazin nexwazin bi hev re ne. Ya girîng ew e ku ne bîrdozî bi hişkiya pênûsê bişkîne û ne jî pênûs bi metirsiya “estetîkê” bîrdoziyê “îlegalîze” bike.
25.11.2013 – Azadiya Welat
****
Nivîsa yekem û duyem a vê rêzeyê:
***
Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Wêje û Bîrdozî –II-
- Wêje û Bîrdozî - I -