Diyarname
Mamoste, nivîskar û weşanger Mevlût Aykoç piştî du hefteyên binçavkirinê îro hat tewqîfkirin.
Îro 12 endamên HDP û DBP'ê hatin girtin. Di nav wan de Aykoç jî hebû. Mevlut Aykoç ku di dibistanên dewletê de mamostetî kiribû di heman demê de li ser ziman dixebitî. Aykoç demek rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û rêveberiya HDP'ya Sultanbeylî kiribû, karê weşangerî dikir. Aykoç ku yek ji xwediyên Weşanên Ar e wî bi xwe jî hin pirtûk nivîsandibû. Aykoç ligel hin endamên HDP û BDP'ê nêzî 2 hefteyan hat binçavkirin. Îro ew ligel kesên din Aygul Turhan, Enver Sonmez, Ercan Dogru, Ahmet Saginç, Mehmet Şah Guneş, Mehmet Şîrîn Akyol, Mustafa Elma, Ridvan Doner, Sedat Çayci, Eşref Yaşar, Guven Pinar îro hat tewqîfkirin.
Çend roj berê jî hin nivîskarên kurd hatibûn girtin.
Nûçeya li ser nivîskarên kurd ên berê hatibûn girtin:
- Nivîskarên kurd ên hatin tewqîfkirin


