Aramê Tîgran tê bibîranîn
Diyarname
Hunermend Aramê Tîgran di 3'yemîn salvegera wefata wî de li Amedê bi bernameyeke bîranînê tê bibîranîn. Bernameya ku ji aliyê Þaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ve tê organîzekirin êvarê 9'ê mehê saet 20.45'an de dê li Amfî Tiyatro ya li Sumerparkê li dar bikeve.
Di þevê de dê danasîna pirtûka Jînenîgeriya Aramê Tîgran bê kirin, sînevîzyon bê nîþandayîn û her wiha bi beþdariya hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê konsereke li dar bikeve.
Hunermend Aramê Tîgran ku di sala 1934'an de hatibû dinê di sala 2009'an de wefat kiribû. Tîgran bi ser 50 salî de ji bo muzîka kurdî ked da.