Diyarname
Bi Rewşa Awarte (OHAL) re gelek nivîskarên ku karên mamostetî yan jî di beşek karên dewletê de bûn ji kar hatin avêtin. Û hin jî hatin tewqîfikirin.
Hin ji wan ev in:
Hasîp Yanliç
- Nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Hasîp Yanliç endamê Pena Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd (a ku bi KHK'yê hatibû girtin) bû, di heman demê de endamê KCD'ê bû. Ew 13'ê meha tîrmehê hat tewqîfkirin.
Mihemed Ronahî
- Nivîskar Mihemed Ronahî ku di heman demê de Xwediyê Weşanên Ronahî bû ji ber ku demek di nav KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) de bû roja 5'ê gelawêjê hat tewqîfkirin.
Yusuf Karataş
- Nivîskar û rojnameger Yusuf Karataş li Amedê hat tewqîfkirin. Karataş ku yek ji xebatkarên rojnameya Evrenselê bû, di kovara Tîrojê de jî bi tirkî dinivîsî.
- Nivîskar û mamoste Mewlûd Aykoç ku di heman demê de yek ji Xwediyê Weşanên Ar e ev hefteyek e di bin çavan de ye. Tê gotin ku roja duşem an sêşemê dê wî derxin pêş dozger.