Diyarname
80'emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Fîlmê derhêner Yorgos Lanthimos wekî fîlmê herî serketî hat hilbijartin û bi xelata Şêrê Zêrîn hat xelatkirin.
80'emîn Festîvala Venekîdê roja 30'ê gelawêjê dest pê kiribû û êvara 9'ê rezberê bi merasimê ji bo salek din xatir xwest.
Festîvala ku li Venedîka Îtalyayê li dar ket, yek ji kevintirîn festîvalên dinyayê ye. Derhênerê yewnanî Yorgos Lanthimos bi fîlmê xwe "Poor Things" bi ser ket û Xelata Mezin Xelata Şêrê Zêrîn girt.
Di festîvalê de Xelata Şêrê Zîvîn didin derhênerê herî serketî. Derhêner Matteo Garrone bi fîlmê xwe "Lo Capitano" bi ser ket û ev xelat girt.
Lîstikvan Peter Sarsgaard bi rola di fîlmê "Memory" de xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt.
Lîstikvan Cailee Spaeny bi rola di fîlMê "Priscilla” de xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
Festîvalê Xelata Mezin a Juriyê fîlmê “Evil Does Not Exist” (Derhêner Ryusuke Hamaguchi). Xelata Taybet a Juriyê jî da fîlmê “Green Border” (Derhêner Agnieszka Holland).
Li aliyê din Pablo Larrain û Guillermo Calderon bi senaryoya "El Conde" xelata Senaryoya Herî Serketî girtin.
Derhênerê yewnanî Yorgos Lanthimos xelata Şêrê Zêrîn girt.
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Li Şengalê dema çinîna hêjîran e
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Pirtûkek din a çîrokan 'Sofî û Monîka' li ber destên xwendevanan e
- 30 sal, weşandina hemû berheman û 5 berhemên nû
- 'Kerwan' a Reşîdê Kurd gihîşt ber destê xwendevanan
- Piştî şer yekem hejmara Playboy derket
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- Çîroka jiyana Xedarê kurd li benda we ye
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.