Diyarname
Di dema ku pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin de hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emine Ayna diçin başûr.
Heyeta di bin serokatiya Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emine Ayna de dê di navbera 15-20'ê mehê li Başûr hevdîtinan pêk bînin. Heyet dê bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî re hevdîtineke pêk bînin. Her wiha heyet dê bi saziyan re jî hevdîtinê pêk bîne.