Amed
Li Amedê bi navê "Amedspor" klûbeke fotbolê hate avakirin. Lijneya Avakar bi awayekî fermî serî li Midûriyeta Komeleyan a Bajêr da.
Serokê avakar ê Amedsporê M. Emin Yilmaz di dema serîlêdanê degot ku Amedspor ne tenê klûbeke sporê di heman demê de li hemberî feraseta serdest a sporê tevgereke sporê ya alternatîf e.
Yilmaz got ku ewê reng, motîf û çanda xwe bixin navên, pêşî li dagirkeriya di vî warî de bigirin, ew armanc dikin ku pêşî li xirufîna çandî jî bigirin û ev yek lê zêde kir: "Ev feresat dê di xebatên me de serdest be. Amedspor bi îdîaye ku bibe dibistaneke ku ciwanên Amedê xwe di navê de bibînin."
M. Emin Yilmaz bang li hemû kurdan û yên ku ji spora alternatîf hez dikin kir ku alîkariyê bidin wan.
Rengên Amedsporê ji kesk, sor û sipî pêk tê; amblema wê jî li ser zereke darberiyeke heye, li dora rojî jî 17 stêrk hene.


