Diyarname
Weşanên Lîsê sê wergerên nû, yek jê çîrok, yek roman û yek jî helbest gihandin ber destên xwendevanên kurdî.
"Dayîk Amîda" ya Şeyhmus Diken, "Hespên Reş Bayên Sorgevez" a Burhan Sonmez û "Teyrikên Jirêketî" a Rabindranat Tagor ji Weşanên Lîsê derketin.
"Dayîk Amîda"
Şehmus Diken ku ji Amedê ye û bi dehan salan e li ser Amedê dixebite, lêkolîn dike, dinivîse; Amedê bi nivîs, pirtûk û bi sohbetên xwe dide hezkirin. Piranî nivîsên wî bi tirkî ne, carinan bi kurdî. Pirtûkên wî bi tirkî ne, lê li zimanên din jî hatine wergerandin. Gelek kesî bi pirtûkên wî ji Amedê hez kirine. Berê jî pirtûkên wî li kurdî hatibûn wergerandin, niha yek ji wan dîsa ji tirkî ji bo kurdî hat wergerandin û ji Weşanên Lîsê derket. Pirtûka wî ya çîrokan “Dayîk Amîda” bi wergera Mem Wenda bi kurdî gihîşt ber destên xwendevanan.
Bi vê berhemê nivîskar bi destê xwendevanên xwe digire û wan li kuçe û kolanên ku zarokatîya wî lê bihurîye digerîne. Dildarê Amedê Diken, di vê rêwîtîyê de dîrok û serpêhatîyên bajarê dêran radixe ber çavan û ji çand û folklora wê, çêj û şopên li ber wendabûnê bi xwendevan dide tehmkirin.
Dayîk Amîda, jîyana zarokên do û hêvîya ê sibê ye.
“Hespên Reş Bayên Sorgevez”
“Hespên Reş Bayên Sorgevez” a Burhan Sonmez Bi Wergera Xelîl Semed Ji Weşanên Lîsê derket
Herkes xwedîye razekê û gunehekî ye. Zilamekî bêxew di nav goristan û peravên mirinê re dibuhure û hewl dide ku xwe bi jîyanê ve girê bide. Jinika ku “pirtûka razan” bi xwe re digerîne, ji helbestên bêguneh bawer dike. Rojekê zilam û jinik li ser pira şikestî ya qederê li hev rast tên. Jinik li fala pirtûkan dinihêre, zilam ji xwe re stranên deştê dinewhire. Hespên Reş Bayên Sorgevez vegêrana xwe li erdnîgarîyên cuda ava kiriye. Jîyanên balkêş hene di romanê de ku li deşta Haymanayê, Tehran û li Cambridgeê derbas dibin. Sönmez, bi pêla beyê sor re gelek lehengan bi hostetî tîne ba hev. Lehengê romanê Branî Tawo, wekî penaberekî sîyasî li Cambridge dijî. Nexweşaya wî ya bêxwewîya kronîk û xemgînîya sirgûnê, wî her bi welatê wî Haymanayê ve girê didin. Di vê navberê de Ferûzeha îranî ku bi kerlalî dikeve jîyana wî, ji bo wî dibe hêviyek. Bi vegêrana ku di navbera Haymana û Cambridgeê dihere û tê, di navbera paşeroj û siberojê de pirekê ava dike. Mirov dikare romanê wekî dubendîyekê jî bixwînin, dubendîyek di navbera jiyanên li bajêr ku ber bi derve ve çerx dibin û jiyanên gund ku bi ber hundir ve dicivin:
“Teyrikên Jirêketî”
“Teyrikên Jirêketî” ya Rabindranat Tagor bi kurdîya Omer Resûl û erebîya Dimitri Avgeherinos Li gel îngilîzîya xwe bi sê zimanan ji aliyê Lîsê ve hat çapkirin.
Di berhevoka xwe ya bi navê “Teyrikên Jirêketî” de, Tagor pendine jiyanî bi awayekî helbestî û felsefeyî yê kûr pêşkêş û berbiçav dike, ew yek danheva serpêhatîyên wî ye, ên dagirtî bi jîyanê di jîyanê de.
Meraqa wî ya herî kûr û aza tê de ew bû ku dîmena heyîna mirovane ya gelemper di ser hemû êşên xwe re berz û bilind bike, ew yek jî bi bişaftina bîsteka jîyanî, di rêya gotinê re, di kovika bawerîyeke kûr bi mirov û bi heyînê wekî hev tek bi tek de. Ew xem û meraqa ku piranîya hîndekarî, felsefe û olên dêrîn li dorê diçûn û dihatin dirêse.
Bi pendên xwe yên kûr û bi helbestên xwe yên rengereng mîna keskesorê, Tagor xewndevan li ser baskên firindeyên xwe yên jirêketî dike û xwendevan li windageha nîgaşdanka jîyana mirovan a kambax digerîne, bi hêvîya ku pareke xwendevan ji çakzanîya wî ya deryayî hebe!
- Dayîk Amîda / Şeyhmus Diken / Wergera ji tirkî: Mem Wenda / Çîrok / 60 rûpel
- Hespên Reş Bayên Sorgevez / Burhan Sonmez / Wergera ji tirkî: Xelîl Semed / Roman / 177 rûpel
- Teyrikên Jirêketî / Rabindranat Tagor / Kurdîya wê Omer Resûl, erebîya wê Dimitri Avgeherinos / Helbest / 132 rûpel