Diyarname
Îsal li Enqereyê 29'emîn car Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqeeryê li dar dikeve. Festîvala ku dê di navbera 19-29'ê avrêlê de li dar bikeve 10 fîlmên ku dê beşa Pêşbaziya Neteweyî de bikevin qayişkêşanê diyar bûn.
Pêşjuriya ku ji Aynur Çiray, Şenay Aydemir û Şeyma Balci pêk tê ji 31 fîlman 10 fîlmên dê bikevin pêşbaziyê diyar kir.
Fîlm dê li Sînemaya Buyulu Fener a Kizilay bênê nîşandayîn. Juriya pêbaziyê di bin serokatiya Bariş Pirhasan de ji Songul Oden, Guven Kiraç, Şebnem İşiguzel û Meryem Yavuz pêk tê.
Di festîvalê di ligel nîşandiyan fîlman atolyeyên li ser sînemayê ji bo zarokan û mezinan, panela "Di sînemayê de nifşê 68'an" û pêşbaziya afîşan li dar bikeve.
Fîlmên ku ji bo beşdariya pêşbaziyê bi ser ketine ev in:
- Biryareke Zor (Zor Bir Karar)/ Der: Ender Ozkahraman
- Yol Kenari / Der: Tayfun Pirselimoglu
- Bekçi / Der: Durmuş Akbulut
- Guvercin / Der: Banu Sivaci
- Halef / Der: Murat Duzgunoglu
- Kelebekler /Der: Tolga Karaçelik
- Put Şeylere / Der: Onur Unlu
- Renksiz Ruya/ Der: Mehmet Ali Konar
- Sofra Sirlari / Der: Umit unal
- Tuzdan Kaide / Der: Burak Çevik


