Bedlîs
Meclisa Şaredariya navçeya Norşînê di meha rezberê de ji bo navê navçeyê yê orjînal bê bikaranîn bi yekdengî biryar girt. Biryara ku hatiye girtin ji bo bê erêkirin dê ji Qeymeqamiya Norşînê re bê şandin. Şaredarê Norşînê Emîn Ozkan, diyar kir ku ji ber daxwaza gel û navê navçeyê yê rastîn wan ev biryar girtiye.
Serokomar Abdullah Gul ku di dema gera herêmê de çûbû navçeya Norşînê ya Bedlîsê, li şûna navê tirkî lê hatiye kirin Guroymakê, navê navçeyê yê rastîn Norşîn bi kar anî.
Li ser vê yekê Meclisa Şaredariyê ji bo navê navçeyê wekî "Norşîn" bê guhartin kete nava hewldanan. Meclisa Şaredariya Norşînê, di civîna xwe ya meha rezberê de bi yekdengî, biryara guhertina navê navçeyê girt. Biryara ku li ser daxwaza gel hatiye girtin, ji bo erêkirinê dê ji Qeymeqamê Navçeyê re bê şandin.
Zagona Bingehîn a sala 1961'ê navê navçeyê "Norşîn" bi 'Guroymakê" re guherandibû û ji wê rojê ve di hemû karên fermî de "Guroymak" tê bikaranîn lê gel heta niha jî her Norşînê bikar tîne.
Şaredarê Norşînê Emîn Ozkan, diyar kir ku tu kes navê navçeyê wekî Guroymak nizane û heta navê Norşînê neyê gotin tu kes vir nas nake.
Ozkan, wiha got: "Welatiyên li vir jixwe navê Guroymakê bi kar naynin. Her kes navê navçeyê wekî Norşîn dizane. Me jî biryar girt ku dîsa navê navçeyê wekî Norşînê bê guhertin."
Meclisa Şaredariya Norşînê, her wiha di meha gelawêjê de jî ji bo guhertina navê 2 taxan û parkekê bi yekdengî biryar girt. Li gorî biryara Meclisê navê 2 taxên navçeyê dê navê zanyarê kurdan Musa Anter û Vedat Aydin lê bê kirin. Ji bo navê parkekê jî wekî "Parka Ehmedê Xanî" bê guhertin biryar hatibû girtin, lê ji aliyê Qeymeqamê navçeyê ve biryar hatibû astengkirin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


