Stenbol
Li gor agahiyên Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê di 10 salên dawî de 1470 leşkerên wan ji ber 'qeza', 'xwe birîndarkirin', 'qezaya erebeyên leşkerî', 'qezaya xebatê', 'întîxar', 'lihevqelibîn', 'şewitîn' û 'li nav avê fetisîn' mirine.
Wezîrê Parastinê yê berê Vecdi Gonul di meha rêbendana 2012'yan de daxuyandibû ku di 5 salên dawî de 408 leşkerî întîxar kiriye.
Mirinên di nav TSK'ê (Hêzên Çekdar ên Tirk) de di salên dawî de gelek leşker mirin. Gelek ji van jî wekî întîrxar kir û sedemên wisa ketin nava rojeva Tirkiyeyê. Ji ber van bûyeran mirina leşkeran di nav rojeva Tirkiyeyê de bû meseleya nîqaşê. Di hin întîrxaran de jî malbatên leşkeran îdîayên din avêtin holê û her nîqaş dom kir.
Li gor nûçeya Levent İlgeç a di rojnameya Vatanê de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyeyê Org. Işik Koşaner di dawiya sala 2010'an de fermanek da ku der barê mirina leşkeran de malbata agahdar bikin.
Li gor qaîdeyên navneteweyî li nav artêşekê ew qas zêde mirina leşkeran wekî rewşek gumanbar tê nirxandin.