Silêmanî
20'ê vê mehê me li Iraqê wê serjimarî pêk bê. Di nav vê de "Herêmên nakok" jî hene ku piranî kurd in û li van deran jî dê jimartin çêbibe. Li hemû parêzgehên Iraqê kî li ku be, di dema jimartinê de li ser wir têne hesibandin. KNK'ê li ser van deran banga hişyariyê da.
Têkildarî metirsiya li ser herêmên bi nakok, KNK’ê li gel hejmarek kesayet û çalakvanên bajarê Silêmanî û Kerkûkê civiya û bang li kurdên herêmên bi nakok kirin ku ji bo serjimêriyê vegerin navçeyên xwe da ku metirsiya li ser navçeyên wan kêm bikin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Navenda Çand û Hunerê ya Kerkûkê ligel hejmarek kesayetên siyasî yên bajarê Silêmaniyê, kom, rêxistin û kesayetên siyasî yên Kerkûkê ji bo guftugokirina rewşa navçeyên bi nakok bi taybet proseya serjimêriyê civiya.
'EV DER DEVERÊN KURDISTANÎ NE'
Piştî civînê Endamê KNK’ê Şêrko Heme Emîn di daxuyaniya çapemeniyê de got: “Desthilatdariya hikumeta Herêma Kurdistanê û du partiyên desthildar ên Herêmê ji metirsiyên dikevin ser herêmên bi nakok berpirsyar in. Me civînek şêwirê li ser pirsa navçeyên bi nakok lidarxist. Mixabin di dema xwe de ev der xistine nav herêmên nakok, lê em di wê baweriyê de ne ev deverên Kurdistanî ne. Her çiqas hemû hikûmetên hatîn ser desthilatê yên Iraqê wisa kiribin û pêkhateyên cuda yên netew û olî lê hebin jî, lê li gor me ev der deverên Kurdistanî ne.”
METIRSIYA LI SER SIRJIMARÎ Û XWENDINA KURDÎ
Şêrko Heme Emîn her wiha got: “Li gel metirsiya serjimêriyê, metirsî li ser xwendina kurdî, ziman û zeviyên kurdan yên li navçeyê heye. Diviyabû hikûmeta Herêmê, aliyên siyasî û nûnerên kurd li Bexdayê amadekariyên baştir kiribana. Ev yek bêxemiyek mezin e ku nehatiye kirin. Ji niha û pê ve erka wan e ku gel teşwîq bikin ku beşdar bibin. Di her serjimêrîyekê de rehendek ya xizmetguzarî, plansazîkirin û pêşxistina welat heye, lê di heman demê de rehendekê siyasî jî li pişt wê heye.”
XALA 140'Î Û TIRSÊN HEYÎ
Her wiha Endamê KNK'ê Emîn destnîşan kir ku ji ber ev navçeyên xistine nav madeya 140'î tirsek mezin heye û got: “Niha tirsek mezin heye ku madeya 140 çend qonaxên wê hene û nehatine pêkanîn. Her wiha tirsek heye ku lihevkirinek hebe û ne li gorî madeya 140 be yan jî bide guherandin. Tevî hebûna çend biryarên Encûmena Wezîran a Iraqê, divê nûnerên kurd li Bexdayê kar li ser desthilatên siyasî yên Kurdistanê bikin da ku vê yekê ji bo aliyên siyasî bikar neynin û pirsgirêka zeviyan çareser bikin. Li şûna wê divê ev tenê ji bo armancên serjimêrî, xizmetguzarî, zanîna daneyan û geşedana welat were bikar anîn.”


