Diyarname
Akademiya Ma Muzîkê ku li Amedê xebata xwe ya muzîkê didomîne bi navê "Rojên Muzîkê" çalakiyê li dar dixe. Ev xebat vê mehê di navbera 23-30'yê mehê gere lidar biketa lê ji ber rewşa hewayê ya li amedê hatibû bi paş ve xistin. Niha bernameya nû eşkere bû.
Ma Muzîk îsal 4'emîn car e Rojên Ma Muzîkê li dar dixe. Li gor bernameya nû ku hat eşkere kirin çalakiya pêşî dê 30'ê mehê li Ma Muzîkê li dar bikeve. Ev çalakî ji bo bîranîna mîrê dûdikê Egîdê Cimo li dar dikeve.
Di çarçoveya çalakiyên "Rojên Muzîkê" de 7'ê reşemiyê dê çalakiya duyem li Ma Muzîkê, çalakiyên 8 û 9'ê mehê jî dê li Şanoya Bajêr a Amedê li dar bikevin.