Diyarname
Bi Helebçeyê bi deh hezaran kes hatin kuştin. Û niha Parlemena Eyaleta Viyana ya Avusturyayê ev komkujî bi awayekî fermî wekî "Komkujî" qebûl kir.
Mebûsa kurd Bêrîvan Aslan jî têde komek mebûsan di Parlemena Eyaletê ya Viyanayê de daxwazname da parlemenê ku Helebçeyê wekî komkujî qebûl bike. Keskan, SPO (Partiya Demokrat a Sosyal) û NEOS (Yenî Avustralya û Forûma Lîberal) bi hev re daxwazname dan parlemenê. Û duh, yanê roja 23'yê adara 2023'yan li Parlemena Eyaleta Viyanayê dengdan çêbû. Di dengdanê de piraniya mebûsan komkujiya Helebçeyê bi awayekî fermî wekî "komkujî" qebûl kir.
Parlementera kurd Bêrîvan Aslan bi ser hesabê xwe yê tora civakî re ev biryara ku li parlemenê hat girtin belav kir. Aslan wisa got, "Di dîroka siyasî ya Avusturyayê de yekemîn car sûcê li hemberî kurdan wekî komkujî hat qebûlkirin."
Çi bûbû?
Ji salên 1980'yî heta sala 1986'an Dewleta Iraqê li hemberî kurdan Tevgera Enfalê da dest pê kirin. Di van salan de bi deh hezaran kurd hatin kuştin. Tenê di roja 16'ê adara 1986'an de hêzên Sedam Huseyîn bi gazên kîmyevî êrîşî kurdan kir û tenê wê rojê 5 hezar kurd bi gazê hatin kuştin. Loma jî Komkujiya Helebçeyê wekî roja 16'ê Adara 1986'an tê zanîn. Piştî têkçûna Sedam Huseyîn, li Iraqê rewş û dadgeh guherî. Roja 1'ê adara 2010'an Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê ev roj bi awayekî fermî wekî "Komkujiya Helebçeyê" qebûl kir.