Diyarname
Hunermend Aram Serhad (navê wî yê li nasnameyê Gokhan Sevînç) ku 4 roj berê hatibû binçavkirin, 2 roj berê biribûn Emniyeta Elezîzê û ji wir ew hat tewqîfkirin.
Di 3'yê reşemiya 2015'an de Li Kovancilara Elezîzê HDP'ê ji bo Rojava konserek li dar xist. Di vê konserê de Aram Serhad derket ser dikê. Piştî 2 salan li ser vê korserê lêpirsîn hat dest pê kirin. Polîsên Stenbolê çar roj berê bi ser mala Serhad de girtin lê ew ne li mal bû. Aram Serhad ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyeta Buyukçekmeceya Stenbolê. Ew bi îdîaya posterê Ocalan verikiye, pankarta "Li Rojava mirovahî tê qetilkirin" û pankarta "Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî Maf e" vekiriye lewma "Propagandaya rêxistina terorê kiriye" girtin bin çavan. Serhad ji bo îfadeyê şandin Elezîzê. Serhad îro ji aliyê 1'emîn Cezayê Sulhê ya Elezîzê ve bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" hat tewqîfkirin.
Hunermend Aram Serhad di sala 2014'an de li Sokeya Aydinê beşdarî çalakiya Newrozê bûbû, di 24'ê berfanbara 2015'an de bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" ya di vê çalakiyê de hatibû tewqîfkirin û piştî 5 mehên girtîmayînê hatibû berdan.
Îro hat gotin ku ligel Serhad kesên bi navê Yilmaz Gulaşki, Selahattin Demirkapu, Ramazan Karaman, Mahmut Karakoyun, Deniz Canpolat, Cumali Karabal, Ali Haydar Kiliç û Ahmet Arif Gurses hatine tewqîfkirin.