logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

KCD Konferansa Aboriyê li dar dixe

Encamnameya Civaka Giştî ya KCD'ê ya bi şîara "Ji xweseriya demokratîk ber bi yekîtiya netewî ve" lidarket hat eşkerekir

  • Dîrok: 16/09/2012
  • Beş: Nûçe

Amed
6'emîn Civaka Giştî ya KCD'ê ya bi şîara "Ji xweseriya demokratîk ber bi yekîtiya netewî ve" li Salona Vedat Aydin a Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi dawî bû. Encamname ji aliyê Parlementerê BDP’ê yê Wanê û Berdevkê Koordînasyona KCD’ê Ozdal Uçer ve hate xwendin. Uçer got; “Li pêşiya me du vebijêrk hene. An ev tundî-pevçûn berdewam bike, an jî dê çareseriyeke bi rêya muzakereyên bi wate û aştiyane pêk bê. Her wiha KCD'ê biryar girt ku ji bo modela xwe ya aboriyê ava bike dê Konferansa Aboriyê li dar bixe.

Uçer pêşî polîtikaya hikutemê ya derve û paşê jî ya hundir rexne kir û wiha got: "Rejîma Komara Tirkiyeyê û hikumeta AKP'ê dixwaze Rejima Kemalîst a Kesk pêş bixe. Hem xwedî feraseta siyaseta serdest û hem jî vîna gel tune dihesibîne û hemû fikrên li dijî xwe wekî dijminên xwe dibîne. Bi taybetî piştî hilbijartina 2011'an feraset û polîtîkayên AKP'ê yên înkar û îmhayê zêdetir eşkere bûn. Di serî de mafê zimanê zikmakî yê parastinê û yê perwerdehiya kurdan red kir. Dîsa daxwazên aktora siyaseta demokratîk û aştiyane yên Birêz Abdullah Ocalan li ber çavan negirt û tecrîda li ser Birêz Ocalan girantir kir. Dîsa qîmeta mirovan li cem nema û kuştin zêde bû. Ji bo çareseriya pirsgirekê di rêbaza leşkerî de israr kir."

Uçer, da zanîn ku tu hewldanên hikumetê yên ji bo çareseriyê tune û CHP jî ji bo çareseriyê baweriyê nade wan. Uçer, da zanîn ku CHP dixwaze pêvajoya Oslo reş bike û dixwaze li gorî xwe pêvajoyek nû ya Oslo bide destpêkirin û wiha berdewam kir: "Ev hewldana CHP'ê dê tu xizmetê ji çareseriya pirsgireka kurd a demokratîk û aştiyane re neke. Em wekî KCD bawer dikin ku bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nabe. Em bawer dikin ku dê pirsgirêk di wekhevî û biratiya gelên ereb, tirk, fars, kurd û gelên din re derbas bibe. Divê Yekîtiya Konfederal a Demokratîk ya Rojhilata Navîn pêş bikeve. KCD vê yekê armanc dike."

'JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD 2 SAL LI PÊŞ ME HENE

Uçer, da zanîn ku serkeftin û xweseriya demokratîk a kurdên rojavaya Kurdistanê wan kêfxweş dike û hêviyê dide wan û wiha got: "Li hemberî van geşedanên erênî, talûke jî heye. Geşedanên li rojavaya Kurdistanê yên erênî dê bi awayekî erênî bandorê li ser Rojhilata Navîn bike, ên neyînî jî dê bi awayekî neyînî bandorê li ser Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê yekê pirsgirêka kurdan a li Rojhilata Navîn bi Xweseriya Demokratîk pêkan e. Li pêş me hilbijartin heye. Ji bo hilbijartinê û çareseriya pirsgireka kurd 2 sal mane."

GELÊ KURD Û KURDISTANÊ AZADIYA BIRÊZ OCALAN DIXWAZE

Uçer, destnîşan kir ku wekî tevgera gelê kurd alîgirê çareseriya demokratîk û aştiyane ne û dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bike û wiha dom kir: "Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Gelê kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Gelê kurd û Kurdistanê dixwaze Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe. Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan li Tirkiye û Ewropa kampanya Azadiya Ocalan dane despêkirin. Heta ku bi Ocalan û PKK'ê re muzakere dest pê neke çareserî û aştî ne pêkan e. Divê berî her tiştî perwerdehiya zimanê zikmakî bê qebûl kirin û parastina kurdî bê qebûlkirin. Kurd dê teqez di sedasala 21'ê de bi ser bikevin."

'EM DEMOKRASIYA RADÎKAL DIXWAZIN'

Uçer, destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de gihîştine fînalê û wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de yekîtiya gelê kurd êdî mecbûrî û lezgîn lazim e. Ji bo vê yekê divê êdî kurd dem winda nekin û yekîtiya xwe û tifaqa xwe xurt bikin. Ji bo vê yekê KCD di nava Konferansa Neteweyî de ye. KCD xwedî perspektîfa ku bi hemû partî, rêxistin, komele û cemaetên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd erênî difikirin re di nava diyalog û hewldanan de be. Projeya Kurdan a Xweseriya Demokratîk dê biratî yekîtiya gelê li herêmê pêş bixe û tifaqiya wan xurt bike. Em ji bo her kesî Xweseriya Demokratîk û Demokrasiya Radikal dixwazin. "

'EM JI BO AŞTIYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEMÛ HEWLDANAN'

Uçer, da zanîn ku hemû hewldanên ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk ji bo wan pir girîng e û qîmet didin van hewldanan. Uçer, destnîşan kir ku ew ne bi qasidan re raste rast bi perpirsiyaran re hevdîtina ji bo çareseriyê pêk tînin û wiha dawî li axatina xwe anî: "Polîtîkayên AKP'ê yên kevneperest û paşverû herî zêde di nêzîkatiya jinê de xwe dide der. Êdî tecawiz daketiye salên 3'yan. Di şexsê jina kurd, çand û nasnameya kurd de êrîş û tecawizê hemû nirxên kurdan dike. Em wekî KCD'ê helwesta xwe ya li dijî tacîz û tecawiza li hemberî jinê, zelal eşkere dikin. Jinên di nava KCD'ê de cih digirin dê li dijî tecwizkaran bêtir û çalak têbikoşin komîsyona têkoşînê ava bikin. Em yekîtiya partiyên Rojava û Desteya Bilind a Kurdan bi wate û qîmet dibînin. Konferansa me di çarçoveya avakirina Xweseriya Demokratîk de ji bo modela aborî ava bibe, dê Konferansa Aborî pêk bîne. Em dê wekî KCD'ê van biryaran bi israr pêk bînin. "
 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Malpera Ergenekon vebû

ad

Bakirhanî ji Meclisê bo kurdî bang kir

ad

Ş. Sefer: Kêfa min ji gelek helbestvanên kurd re nayê

ad

Hevserokên KCD'ê diyar bûn: Irmak û Dîcle

ad

Ma kurd hemû şîrîn in?

ad

Kişanak: Ev ne pakêta demokratîkbûyînê ya hilbijartinê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname