Amed
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar da ku atolyeyên Wergerê çêbike. Endaman bi yek dengî ev biryar girt.
Yekemîn rûniştina civîna asayî ya meha rezberê îro li Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar ket. Civîna îro ji aliyê Cîgira Serokê Meclisê Evîn Yelboga ve hat bi rê ve birin.
Pêşniyara ku di civîna Meclisa Gelawêjê de ji bo vekirina Atolyeyên Wergerê hatibû qebûlkirin, ji bo Komîsyona Çandê hat şandin. Rapora ku Komîsyona Çandê ya ji bo avakirina Atolyeyên Wergerê yên di nava şaredariyê de ji bo dîtina wêjeya kurdî amade bike, li Meclîsê hat nirxandin.
Rapora komîsyonê li Meclîsê bi yekdengî hat qebûlkirin û bi vî awayî biryar hat girtin ku atolyeyên wergerê li dar bixin. Li ser armanca vê yekê şaredarî wisa got, "Bi biryara ku hatiye girtin, armanc ew e ku wêjeya kurdî bi Atolyeyên Wergeranê were xuyakirin da ku potansiyela wêjeya kurdî derbikeve holê û bingeha berhem û vegotina wêjeyî bigihêje astekê û pêwendiya vê potansiyelê bi wêjeya cîhanê û wêjeyên din re were misogerkirin."


