Diyarname
Hirllary Clinton ji bo Serokdewletiya DYA'yê di hilbijartina 2016'an de bûbû berendam lê li hemberî Donald Trump têk çû. Clinton niha xwe amade dike ku vê pêvajoyê bi pirtûkek ragihîne xwendevanan. Bi gotina din ew çawa têk çû, li ku xeta kir, divê çi bikira û tiştên bi vî rengî dê di pirtûkê de cih bigirin.
Weşanxaneyek amerîkî Simon And Schuster dê pirtûkê çap bike û li bendê ne ku îsal ev pirtûk bikeve piyaseyê.
Hillary Clinton heta niha yek jê otobiyografî bi temamî 5 pirtûk nivîsandine û derxistine.