Mala Dengbêjan hat wêrankirin
AMED (DÎHA)
Piþtî qedexeya li ser 9 taxên Surê bi dawî bû, wehþeta hêza dewletê jî derket holê. Tîmên Taybet ên êrîþî taxan kirin bi ser mala dengbêjan de girt û pêþî jêrzemîna wê þewitand û piþtre jî serê pêkerên li hewþa wê jêkirin.
Piþtî qedexeya derketina kolanan li ser taxên Alîpaþa, Lalebey, Abdaldede, Suleyman Nazîf, Ziya Gokalp, Îskenderpaþa, Camîkebîr, Camîî Nebî, Melîkahmet û kolana Melîkahmet ên navçeya Surê ya Amedê hat rakirin, hovîtiya hêzên dewletê ya li taxan jî derket holê. Çeteyên ku beriya niha navê Esedullah li xwe kiribûn vê carê jî bi navê Cundullah malê gel talan kirin û xisarê dan cihên dîrokî. Yek ji wan cihan jî Mala Dengbêjan e ku Tîma Cundullah serê peykeran jêkir.
Hêzên Dewletê wekî malên li taxên Surê, Mala Dengbêjan a ku xebatên xwe di bin sêwana Þaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de dimeþîne jî deriyê wê þikandin. Tîmên taybet ên ketine hundir jêrzemîna avahiyê bi maddeyekî sotîner þewitandin. Di hundirê jêrzemîna avahiyê de gelek balîf û textên rûniþtinê jî þewitîn. Tîman wêneyên dengbêjan jî ji çarçove kirine û çirandine. Seroka Karê Çand û Hunerê ya Þaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Cevahîr Sadak Gunduz bertek nîþanî êrîþa li dijî mala dengbêjan da û wiha got: "Mala dengbêjan wateyekî berbiçav e. Ev der cihekî di nava lîsteya mîrateya çandê de ye. Di 2 sibatê de deriyê wê hatiye þikandin û ketine hundir."
'Derî þikandine û mal hedef girtine'
Sadak destnîþan kir ku bi awayekî barbarî serê peykerên li hewþa Mala dengbêjan hatiye jêkirin û wiha got: "Ev êrîþekî wehþî ye. Wekî li hundirê avahiyê li tiþtekî geriyane. Lê ji ber ku bi dest nexistine hawirdor hedef girtine. Em vê yekê qebûl nakin. Piþtî þewata ku hatiye derxistin, yekîneyên me yên agirkuj xwe gîhandine vê derê û bê ku agir gur bibe tefandine."
'Êrîþ qirkirina çandî ye'
Sadak, anî ziman ku li avaha cîranê wan a wekî atolyeya seramîkan, cihê dirûna cilan û pirtûkan dihat bikaranîn jî hedef hatiye girtin û wiha axivî: "Li vê derê jî serê mankenên bê rih hatine jêkirin. Pirtûk hemî hatine wêrankirin. Tiþtê ku hatine jiyandin êrîþa li dijî çandê bi giþtî ye û di heman demê de qirkirina çandî ye. Dixwazin ku civatekê bê paþeroj bidin avabikin."
Bi hezaran amûrên bi qîmet winda ne
Xwediyê avahiya ku wekî atolyeya seramîkan, cihê dirûnê û pirtukxaneyê dihat bikaranîn yê bi navê Kadîr Karagoz jî nerazîbûnên xwe anî ziman. Karagoz diyar kir ku avahiya xwe berî salekê bi 50 hezar TL vekirine lê niha rastî êrîþan maye û wiha got: "Di hundirê avahiya me de pirtûkên dîroka wêjeya kurdî, dîroka kurdan û dîroka Amedê hebûn. Hemû hatine wêrankirin û pê li wan kirine. Li qatên jêr yên avahiya me hin desmalên ku me ji hawirdorê cihanê kom kiribun hebûn, niha ew jî nexwuyane. 3 hezar guharên me yên karê çêkirina desta nexuyane. Gramafona me, lembeyên me û radyoyên me yên kevnare hatine þikandin. Ketine hundir û hemî wêran kirine. Mal hatiye talankirin."
Li kargeha ku wekî atolyeya seramîkan, cihê dirûnê û pirtukxaneyê dihat bikaranîn, cilên li ser mankenên bê ruh ji wan hatine kirin û piþtre jî serê wan hatiye jêkirin.