Şengul Ogur
Ku em pênasa diyardeya civakî (fenomen) a yek ji damezirînerê civaknasiyê durkheîm hilgirin dest û bi vê nêzî li diyardebûn zimanê kurdî bibin, emê bi hêsanî bigihijin wê bîr û baweriyê ku zimanê kurdî êdî ji asta diyardebûnê ketiye.
Di civaknasiya durkheimî de taybetiya ku diyardeyên civakî ji diyardeyên din cuda dike bi giştî di du xalan de eşkere dibin:
a) Diyardeyên civakî li derveyî hiş in
b) Diyardeyên civakî bi darê zorê xwe bi me didin qebûl kirin.
Durkheîm dibêje ku diyardeyên civakî berî kes hene, dema ku kes çavê xwe li jiyanê vedike bi van diyardeyan re rû bi rû dibe û bi pêvajoyê re kes, berî ku hay jê hebe li gorî van diyardeyan dikeve tevgerê û wan di jiyana xwe ya pratîk de dijî.
Lê kes ji neçarî van diyardeyan dipejirîne. Lewma dema ku kes hewl bide ku li pêşberî van diyardeyan raweste, bi hêzeke çewsîner a diyardeyê re rû bi rû dibe. Ji dem û civakê tê îzole û tecrît kirin. Ji bo vê sedemê jî tu hêza takekes namîne ku li pêşiya hêza diyardeyê raweste.
Ziman jî yek ji diyardeyên civakî ye. Heyîna ziman heyîneke derveyî hişê mirovan e û berî mirov heye.
Dema ku em ji dayik dibin em zimanekî li pêşberî xwe dibînin û bi pêvajoyê re em hînî zimên dibin. Hemû têkiliyên me yên civakî, hemû têgihîştina me ya jiyan û xwezayê bi rêya zimanê wê civaka ku em tê de dijîn dirûv digirin. Piştî demekê ku yek ji wê civaka ku tê de dijî rabe û bibêje, ezê êdî bi zimanê civaka xwe nedim û nestînim, dê xwe tik û tenê bibîne. Loma tu "alav"eke din a ku ew kes di wê civakê de pê hest û ramanên xwe derbirîn bike nîn e. Loma ew civak bi tenê bi wî zimanî dizane. Ji bo vê sedemê jî kesê ku biryara neaxaftina bi zimanê civaka xwe dayî, dê serê xwe li hêza çewsiner a diyardeyê re bitewîne û bi zimanê civaka xwe biaxive.
Vêca ku em niha diyardebûna zimanê xwe di biniya pênasa diyardeya civakî de şîrove bikin, emê bikaribin bibêjin ku zimanê kurdî ji asta diyardebûnê ketiye.
Dema ku di civaka kurd de yekî kurd rabe û biryara bi kurdî neaxivînê bide, dê bi hêza çewsîner a diyardebûna kurdî nehese. Lewma ew êdî bi zimanekî din jî dikare xwe îfade bike, lewma êdî li civaka kurd wekî ziman fenomena civakî ne kurdî lê tirkî ye. Ew di nava civaka kurd de bi tirkî bêyî ku li tu astengiyan rast bê dikare xwe bide jiyandin.
Lê dema ku yek ji me biçe Enqereyê û biryara li wir jiyandinê bide dê neçar bimîne ku zimanê tirkî hîn bibe. Naxwe dê nikaribe li wir bijî.
Îro li "paytext"ê tu li hêz û şiyana kurdî rast nayê. Bi tenê ne li paytaxtê li gelek bajarên me êdî dengê gavên kurdî kêm dibe.
Ku wiha biçe di demeka nêzîk de zimanê kurdî dê bi giştî ji fenomeniya civakî bikeve û bi vê jî emê yek ji hêmana bingehîn a civakî (a ku dê me ber bi pêşerojê ve veguheze) bêpar bimînin.
gernus@msn.com**
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
- Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê