Diyarname
Li sdatê, Real Madrid bi şahidiya 40 hezar kesî îmze bi Kaka da avêtin. 350 rojnamegerî ev îmzeavêtin şopand.
Tîma Spanyayê Real Madrîd ji AC Milanê Kaka bi buhayeke mezin kirî û îro li hemberî hezkiriyên xwe û endamên çapemeniyê bi wî îmzeya lihevkirinê avêt .
Merasima îmzeavêtinê li Standa Santiago Bernabeu li hemberî 40 hezar temaşevanî hate avêtin. Ji Amerîkaya Latîn bigire heta Japonyayê 350 rojnamegerên akredîtekirî ev merasim şopand û ragihand welatên xwe.
Di merasimê de Serokê Klûba Real Madrîdê Florentino Perez û serokê rûmetê Alfredo Di Stefano ku di hemû îmzeavêtinan de amade dibe dîsa li sehayê amade bûn.
Perez wisa got: "Kaka, lîstikvanekî gelek mezin, taybet û efsanevî ye. Wekî her kes dizane wî ji gelek tîmî pêşniyar girt lê wî Reat Madrid tercih kir. Ji bo vê terciha wî ez sipas dikim.
Kaka ku nimreya ji bo formaya xwe "8" hilbijart û got: "Îro ji bo min rojeke taybet e. Li Real Madridê ez dest bi serdemeke nû dikim û ez dixwazim gelek kûpayan bi dest bixim."
Di Real Madridê de berê lîstikvanên navdar yên wekî Michel, Mijatoviçî nimreya "8" li xwe kiribû.
Real Madridê ji bo 6 salan bi Kaka re li hev kir û dê 65 mîlyon Euro pereyê bonservîse bide AC Milanê. R. Madrid her sal dê 9 mîlyon Euro jî bide Kaka.
Her wiha Real Madrid dê Cristiano Ronaldo ku ji Manchester United transfer kiriye jî di duşema pêşiya me de derxe pêşberî çapemeniyê.