Serokdewletê Rusyayê Dimitri Medvedev got; "Me operasyona ku ji bo Gurcistanê bîne ser xêza aştiyê daye rawestandin"
Medvedev di hevdîtina bi Wezirê Parastinê Anatoli Serdiukov re axaftineke kir û got: "Operasyon gihîştiye armanca xwe. Operasyonê hêzen me yên aştiyê parast û ewlehiya gelê sivil saz kir."
Roja pêncşema borî Gurcistanê li Osetyaya Başûr operasyon pêk anî bû û di navbera hêzên gurcî, rus û osetî de şer derketibû.