Diyarname
TYB (Turkiye Yayincilar Birligi/Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) li ser 29 weşanxaneyên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de li Tirkiyeyê hatin girtin daxuyaniyeke nivîskî weşard. Di daxuxayaniyê de hat gotin ku dê sektor ji van kirinan bikeve zirarê.
Roja 27'ê mehê bi weşandina di Rojnmeya Fermî de tv, radyo, rojname, kovar û weşanxane hatibûn girtin. Li ser vê yekê TYB'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, got ku girtina 29 weşanxaneyan dê zirarê bide sektorê, weşanxane, belavkar, mucelîtkar gelek sazî dê bikevin nav qeyrana aborî. Yekîtiyê got ku divê dest ji kirinên pêşî li azadiya ramanê, pêşî li mafê agahî girtinê digirin berdin. TYB'ê got ku weşanxaneyên hatine girtin jixwe piraniya wan di bin estê kayyimê de bûn ku ev weşanxane bêyî girtinê jî dikaribûn bidomin.
Di dawiyê de wisa hat gotin: "Divê li gor xala 'Heta sûcê kesekî neyê diyarkirin ew bêsûc e' a Zagona Bingehîn bê tevgerîn, divê bi serdestiya hiqûqê û rêgezên demokratîk re girêtan hebe. Hêviya me ew e ku dema pêvajoya hiqûqê bê domandin divê dest ji kirinên pêşî li azadiya fikir û ramanê, azadiya weşandinê û mafê girtina nûçeyan a gel digirin berdin."