Diyarname
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 8'ê mehê hilbijartina ji bo Serokdewletê hebû. Dengdayîn çêbû, heta vê sibê jimartina dengan dom dikir, vê sibê diyar bû ku Trump bi ser ket.
Navê wî yê dirêj Donald John Trump e û di sala 1946'an de li Queens a New Yorkê hatiye dinê. Ew karsaz, siyasetmedar û di heman demê de nivîskar e. Heta niha 10 pirtûk3en wî derketine. Kovara Forbesê ew di nav 400 dewlemendên herî dewlemend ên dinyayê de nîşan da. Di sala 2000'î de ji bo Serokdewletiya DYA'yê berendamê Partiya Reformê bû.
Trump di dema kampanyaya hilbijartinê de gelek tişt gotin. Ji bo mislimanan antîtapiya xwe eşkere kir. Ji bo Meksîkayê diyar kir ku dê sînor li nav DYA û Misirê çêbike. Ji bo kurdan gotibû "Ez fanatîkê şervanên kurdan im. Her wiha têkiliyên me yên nêz ligel Tirkiyeyê hene. Ger em bikaribin kurdên li Sûriyê û tirkan bînin ba hev dê tiştek xweş çêbibe." Diyar kiribû ku li hemberî DAIŞ'ê divê zêdetir piştgirî bidin kurdan.
Trump zêdetir ji bo xebatên li nav DYA'yê derket pêş. Wî digot emê pêşî nava xwe saz bikin.
Û vê sibê dema dengê Partiya Komarparêzan her ku çû zêde bû. Saet li dor 9.30'yê Tirkiyeyê Trump 277 delege derxistine û bi van bû Serok. Li DYA'yê ji bo Serokdewletî divê berendamek 270 delegeyan bi dest bixe.
Niha hê 3 eyaletan jimartina dengan dimome, lê diyar bû ku Trump serokê nû yê DYA'yê ye.
Trump axaftina xwe ya serketinê kir, reqîbê wê Clinton jî têkçûn qebûl kir.
**
Nûçeya eleqedar:
- Donald Trump: Ez heyranê çekdarên kurdan im


